
Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ji bo civîna li gel Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir gihîşt bajarê Necefê li başûrê Iraqê û civîna wan di demjimêr 10:15an de destpê kir.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Serwerî ya Sunniyan ji bo civîna li gel Muqteda Sedir bi Nêçîrvan Barzanî re ne.
Serdana Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî bo Necefê li ser pêşniyara Serok Mesûd Barzanî ye.
Serok Barzanî îro di peyamekê de ragihand, “Ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna atmosfêreke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, min destpêşxeriyekî siyasî aşkera kiriye û di çarçoveya wê destpêşxeriyê de min pêşniyar kiriye, birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Mihemed Helbûsî serdana cenabê seyîd Muqteda Sedir bikin, û li ser çawaniya berdewambûna proseya siyasî û nehiştina astengiyan bişêwirin.”
Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî dibêje: “Hêvîdarim ev destpêşxeriye encamên wê erênî bin û di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyan de be.”
Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Ezim, Mihemed Helbûsî derbarê serdana îro ya bo Necefê û civîna li gel Muqteda Sedir ragihandiye, “dema destwerdana derve ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê bi dawî hat. Îro çiya û biyabanên Iraqê ber bi Necefê ve diçin, ji bo gotûbêjên derbarê pêkanîna hikûmeteke niştimanî ya bi tevahî Iraqî. Ne rojhilatî û ne rojavayî.”