Çavdêrekî siyasî dibêje, hinek parlementerên YNKê jî naxwazin dengê xwe bidin kandîdê wê partiyê yê serkomariya Iraqê.
Roj bi roj hevrikiya li ser posta serkomariya Iraqê di navbera PDK û YNKê de germtir dibe lê bi qasî ku xuya dike, şandê kandîdê PDKê Hoşyar Zêbarî ji yê YNKê Berhem Salih zêdetir e.
Çavdêrê siyasî Şêrzad Zekeriya ku li zankoya Duhokê mamosta ye, li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, PDKê derfetek baş da YNKê bo ku kandîdekî hêja û niştimanperwer bo serkomariyê destnîşan bike lê YNKê li ser Berhem Salih îsrar kir. Ew jî ji aliyê PDKê ve hat redkirin.
Şêrzad Zekeriya her wiha got, posta serkomariya Iraqê li ser ti partiyekê nehatiye tapokirin, ew pişka gelê Kurdistanê ye ji ber wê jî divê kesekî dilsoz li ser wê kursiyê rûnê da ku bikaribe mafên Destûrî yên gelê Kurdistanê biparêze. Nek di rojên teng û êrişên li ser Herêma Kurdistanê de bêdeng bimîne û ti gavekî nehavêje.
Wî çavdêrê siyasî anî ziman jî, vetoya PDKê li ser Berhem Salih hema wisa ji xwe nebûye û got, PDK dixwaze kesekî baştir û hêjatir bibe serkomarê Iraqê. Di nav YNKê de jî kesên hêja û xebatkar hene lê YNKê li ser Berhem Salih îsrar kir.
Bi gotina wî çavdêrî, di nav YNKê de jî gelek kes ji Berhem Salih aciz in û dibêjin, di rojên teng de dest ji YNKê berda loma naxwazin dengê xwe bidin wî.