Nêçîrvan Barzanî li gel wezîrê Berevanî yê Îtalya civiya

Serokê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini civiyan. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku serhildana terorê li Iraqê û navçeyê metirsiyeke rasteqîne ye. Lorenzo Guerini jî ragihand ku dê hevkariya wan bo Pêşmerge berdewam bike.

Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini bi serdanake fermî hat Herêma Kurdistanê û li gel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanê civiya.

Di civînê de Nêçîrva Barzanî  tekez kir ku serhildana terorê li Iraqê û navçeyê metirsiyeke rasteqîne ye û dê gefan l ewlekariya cîhanê jî bike, ji ber vê yekê berdewambûna alîkarî û hemahigiya navdewletî ji bo rûbirûnûna wan gefan bi pêwîst dizane.

Barzanî herwiha sipasiya Îtalyayê kir ji bo alîkarî û piştevaniya wan a leşkerî di dema şerê DAIŞê de di çarçêveya Hevpeymaniya Navdewletî de ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine û her wiha rola serbazên îtaliyayê di perwerdekirina Hêzên Pêşmerge de bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniya Îtalya piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmege tekez kir û ragihand ku Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê û têkşikandina DAIŞê de roleke mezin lîstiye û berevanî li hemû pêkhateyên herêma Kurdistanê kirine.

Di heman civînê de tevî gotûbêjkirina rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê, pêşhateyên Sûriyê û rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj kirin

Di civînê de cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê û herdu wezîrên pêşmerge û navxwe û Balyozê Îtaliya li Iraqê û Konsulê Îtalya yê li Herêma Kurdistanê û hejmareke şêwermendên leşkerî yên wî welatî amadebûn.

Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim peywendiyên me bihêztir bibin

Ji aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda Wezareta Berevaniya Îtalyayê jî civînek pêk anîn û di civînê de geşedanên dawî yên li Iraqê û herêmê nirxandin.

Di civînê de Lorenzo Guerini amaje bi peywendîyên dîrokî yên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de kir û da zanîn ku ew kêfxweş in ku ligel hêza Pêşmerge di hemahengiyê de ne û dê hevkariya wan bo Pêşmerge berdewam bike li şerê dijî DAIŞê da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Îtalyayê kir bo alîkariya bo Pêşmerge û hêvî xwest pewyendiyên Îtalyayê û Herêma Kurdistanê bihêztir bibin.

 

Nerîna min :