Gavek erênî ji bo yekrêziya li rojavayê Kurdistanê

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku bi armanca yekitiya siyasî ya Kurd hemû astengiyên yasayî li pêşiya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hatine rakirin û niha ti astengî nemane ku buroyên xwe vekin û bêyî şertên pêşîn karê xwe berdewam bike.

Rêveberiya xweser da zanîn jî, ev gavên hatine avêtin, ji bo wê yekê ne, ta bawerî di navbera hemû rêxistinên siyasî û îdarî bê avakirin.

Herwiha Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser hemû giliyên li pêş dadgehan li dijî kesayetî û serkirdeyên ENKSê yên li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne hatine vekirin pûç kirine û ragihand, ew dikarin vegerin, bêyî ku ti astengiyek hebe.

Derbarê dosya girtiyên siyasî û kesên hatine windakirin, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ragihand, ENKS lîsteyek bi 10 navan roja 15ê vê mehê radestî HSDê kir, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser jî di vê derbarê de komîtek bo şopandin û lêkolînê pêk aniye û dê hemû encaman bi ENKSê re parve bikin.

Ev daxuyaniya Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê ye, duhî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihandibû, xebatên wan ên avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di atmosfereke erênî de didomin. Di rojên pêş de, gavên avakirina baweriyê dê bên avêtin.

Nerîna min :