Serokwezîr pêşwaziya wezîrê berevaniya Îtalyayî kir

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini û şanda ligel kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda Wezareta Berevaniya Îtalyayê derbarê gotûbêjkirina geşedanên dawî yên li iraqê û herêmê gotûbêjkirin. Herwiha di civînê da êrîşên dawî yên DAIŞê hatin gotûbêj kirin. Wezîrî Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini amaje bi peywendîyên mêjûyî yên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê da kir û da zanîn ku ew kêfxweş in ku ligel hêza Pêşmerge di hemahengiyê da ne û wê hevkariya wan bo Pêşmerge berdewam bike li şerê dijî DAIŞê da.

Herwiha Lorenzo Guherini da zanîn ku di meha dahatû da wê beşdariya wan berdewam bike di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê da û wê rahênan û hevkariya wan bo Pêşmerge jî berdewam bikin lewre hîn DAIŞ bi dawî nebûye û wê şerê DAIŞê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Îtalyayê jî kir bo alîkariya bo Pêşmerge û hêvî xwest pewyendiyên Îtalyayê û Herêma Kurdistanê bihêztir bibin.

Nerîna min :