Serokê PAKê di derbarê rakirina qedexeyên ser ENKSê de daxûyaniyek ragihand.

Mustefa Ozçelik dibêje:

Rakirina Qedexeyên li ser ENKSyê bila bibe destpêka Rêveberîyeke Hevbeş ya Milli, Demokratîk

Rêveberîya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, qedexeyên li ser ENKSyê rakir. Ev gaveke erênî ye.  Divê ev gava di navbera TEVDEM, PYD, ENKS û hemû partîyên Kurdande bibe destpêka Mitabaqat û  lihev kirineke nû ya ji bo damezrandina îdereyeke hevbeş ya eskerî , sîyasî, aborî, dîplomasî , îdarî. Ev gava divê bi Rêvebirîyeke Hevbeş ya hemû partîyên Kurdan ve bê encamdan. 18.12.2019

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: