Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê çi kir

Şandeya herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî li Bexdayê serdana Hevpeymaniya Niştimanî kir û ji aliyê Xalid Etiye serokê kutleya Dewleta Qanûna (kutleya Nurî Malikî) ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de kirîza siyasiya Îraqê, têkeliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federal û pirsgirêkên hilawêstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêj kirin û her du alî li ser wê tekê hevfikir bûn ku, hemû pirsgirêk li gor destûra Îraqê û bi rêya diyalogê û lihevtêgihiştinê bên çareser kirin. Bexda û Hewlêr li ser mekanîzmeke minasib ji bo dîtina çareseriyê bi hemû pirsgirêkan li hev kir.

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînma bi aliyên berpirsên hikûmeta Îraqê re tekîd li ser pirsa sereke kir ka gelo herêma Kurdistanê di pirosesa siyasiya Îtaqê de şirîke yan na? Barzanî got ku, Îraqa nû bi alîkarî û hevkariya kurdan û aliyên din yên îraqî hatiye avakirin û pêwîster îraqa nû ji aliyê hemû pêkhateyan ve bê îdare kirin û pirsgirêk bi danûstandinan bên çîareser kirin.

Her li Bexdayê Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re ji aliyê Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê ve hat pêşwazî kirin û di civînê de ku, di atmosferekî erênî de birêve çû, û serokwezîrê Îraqê di axafatina xwe serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê bi serdaneke girin û erênî wesif kir û hêvî kir ku ew serdan ji bo çareserkirina hemû pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê bibe destpêkek.

 

Di civînê de şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê di gel serokwezîrê Îraqê bi awayekî vekirî behsa hemû pirsgirêkan kir û got ku, divê êdî hemû pirsgirêk bên çareser kirin daku Îraqê ji vê kirîza tê de ye rizgar bibe.
Hewlêr û Bexda li ser wê yekê li hev kir ku divê di warê amnî û derxistina yasayên giring yên ku tesîra wan li ser pirosesa siyasiye heye de, wek yasayên neft û gazê, zêdetir hevahengî di navbera her du aliyan de hebe.

Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re, li Bexdayê digel Osame Nûcêfî serokê parlamentoya Îraqê civiya. Di civînê de rewşa aloza Îraqê, pirosesa siyasî û rêyên çareserkirina kirîza Îraqê hatin gotûbêj kirin. Serokwezîrê Îraqê got ku, Îraqê li ser esasê hevsengî, hevbeşî û tewafiqê hatiye avakirin û divê li ser wî esasî bê îdare kirin.

 

Di civînê de serokê parlamentoya Îraqê bi dûr û dirêjî behsa rewşa wan wîlayetan kir yên ku xwepêandan rê de berdewam ni û  di vî warî de serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser helwestê hikûmeta Kurdistanê kir û got ku, herêma Kurdistanê piştgiriya daxwazên adil, destûrî û qanûniyên xwepêşandanan dike û li dijî bikaranîna şidetê ye li dijî xelkê sivîl.
Serokê parlamentoya Îraqê got ku, giring û pêwîste parlamenterên Hevpeymaniya Kurdistanî vegerin Bexdayê û beşdariyê di civînê parlamnetoyê de bikin.

 

 

Di berdewamiya serdana xwe de bo Bexdayê, şandeya hikûmeta Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di çend dîdarên cihê de digel her yek ji; Eyad Elawî serokê lîsteya Îraqiye, Ehmed Çelebî serokê Kongreya Niştimaniya Îraqê, Adil Ebdulmehdî cîgirê berê yê serokomarê Îraqê û çend berprisên din yên îraqî civiya û di hemû civînan de tekîd li ser diyaloga navbera hemû aliyên siyasiyên îraqî li gor destûrê û şirîkatiya di îdareya îraqê de hat kirin.

 

 

Back to top button