Civak

Nêçîrvan Barzanî ji Mesîhiyan daxwaz dike ku berê xwe nedin derveyî welat

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz dike, mesîhiyên ku koçberê Herêma Kurdistanê bûne, berê xwe nedin welatên derve.

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Suryaniyên Ortodoks li Mûsil û Herêma Kurdistanê bi serokatiya Patrîk Ignatius Eframê Duyem, Patrîkê Antakya û temamê rojhilat, civiya û amaje bi wê yekê kir ku kultûra pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê ji baweriyekç çavkanî girtiye û em dê di parastina wê kultûrê de jî berdewam bibin.

Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe aniye ziman ku mesîhiyên awareyî Herêma Kurdistanê bûne, berê xwe nedin derveyî welat û li welatê xwe bimînin.

Nêçîrvan Barzanî amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşvebirina zêdetir a perwerdeya Suryanî li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Di hevdîtinê de şanda mêvan spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kir ji bo parastin û hewandin û alîkarîkirina mesîhiyan di demên dijwar de û pesnê pêkvejiyana pêkhateyên Herêma Kurdistanê da.

Back to top button