Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî ji bo Çînê hate vexwendin

Nêçîrvan Barzanî  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Sêşem 2019-04-16 pêşwaziya Li Joum Cîgirê Berpirsê têkiliyên Navdewletî yên Komîtya Navendiya Partiya Komunîsta Çînê kir.

Her du aliyan li civînekê bi berhev bûna Balyozê Çînê li Îraqê û Konsulê vî welatê Li Herêma Kurdistanê pêdagirî li ser berfireh kirina têkilî û hemahengî li warê abûrî, bazirganî, perepêdan û avakirina jêrxan, sermayeguzariyê kirin.

Joun  xuyakir Çîn bi giringî berê xwe dide rola bi bandona Herêma Kurditanê li şerî dijî terorê û şikista DAIŞê. Herwiha bal kişande ser alîkarê û hemahengî tevî Herêma Kurdistanê û Îraqê ji bo ava kirina têkilî yên du alî  û afirandina derfetên kar û sermaye razandin li Herêma Kurdistnaê û bi kar anîna ezmûna Çînê li warê revebirina abûrî, xizmetguzarî û teknolojiya.

Serokwezîr Barzanî spasiya piştîvanê û alîkarî yên Çîne ji bo Herêma Kurdistanê kir û pesna rola Balyozxaneya Çînê li Bexdayê û Konsulxaneya vî welatê li Hewlêrê ji bo pêş xistina têkiliyên navbera Herêma Kurditanê û Çînê kir.

Her di vê hevdîtinê de, Partiya Komunîsta Çînê, Nêşîrvan Barzanî ji serdan kirina vî welatî vexwand.

Back to top button