Nêçîrvan Barzanî hukumeta nû ava dike
Berpirsê peywendîyên derve yê hukûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa dibêje, ku Nêçîrvan Barzanî dê diçend rojên bihê de serokatîya hukûmeta herêma Kurdistanê werbigire. Felah Mistefa weha jî ragihandiye, ku dê çend wezîrên kabîneya niha jî di kabîneya Nêçîrvan Barzanî de dîsan erkê wezaretan werbgirin.
Berpirsê pêwendiyên derve yê hukûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa di daxuyaniyek ya xwe de ji rojanmeya El-Şerq El-Ewset re ragiahnd: ´´ Nêçîrvan Barzanî dê di çend rojên bihê de serokatîya hukûmeta herêma Kurdistanê werbigire û dê hukûmeteka nû pêk bîne ku dê hinek wezîrên niha yên hukûmetê jî tê de beşdar bibin û şêweya kabîneyê jî li gorî bernameya serokê hukûmetê be.´´
Li gorî rêkevtinnameya stratejîk a di navbera PDK û YNK-ê de, serokatiya hukumetê du salan ji bo PDK û du salan ji bo YNK ye. Li gel vê yekê jî ku niha zêdetir ji sê heyvan bi ser maweya guhertinê re derbas dibe, belê hêşta pêngavên pratîkî bo pêkanîn akabîneya heftem a hukûmeta herêma Kurdistanê nehatine avêtin.
Pirsa guhertina postê serokatîya hukûmeta herêma Kurdistanê ew demek dibe, ku bûye yek ji mijarên germên dezgehên ragihandinê yên Kurdistanê û heta radeyekê medyayên erebî û cîhanî jî.