Civak

Gelo pilotên komkujiya Qilebanê di binçav de ne?

Li gora îdiayekî ew pilotên ku komkujiya Qilebanê kirîn di bin çavde ne. Herweha tê gotin ku di çerçova lêpirsîna di derbarê komkujiya Qilebanê tê kirin de ew pilot nikarin ji baregeha leşkerî derkevin û pêwendiyên wan li gel malbatên wan bi xwe jî tuneye.

Di rojnama Hurriyetê de Şukru Kuçukşahin di nivîsek ya xwe de behsa rewşa BDP-ê dike û herweha li gora xwe bûyera Qilebanê dinirxîne. Şukru Kuçukşahin îdiayek gelek balkêş tîne rojevê û dibêje ji roja bûyera Qilebanê çêbûyî heta niha ew pilotên ku  bûyer pêkanîn niha bi awayekî di bin çav dene.

Şukru Kuçukşahin îdia dike ku ji roja bûyer bûyî heta niha ew pilot nikarin ji baregha leşkerî dekrvin û malbatên pilotan dibêjin ku wa tenê karê xwe kiriye û li gora fermana hatî dayîn karê xwe pêkanine  nabe ew tenê di vê bûyerê de wek tawanbar bêne dîtin û divê ew wek qehremana bihatan qebûlkirin.

Rojevakurd

Back to top button