Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartinên îro tabloyek xweşik ji gel û Kurdistanê nîşan da
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî bidawîhatina hilbijartinan, peyamek belav kir û spasiya gel, hêzên ewlehiyê û çavdêrên biyanî û navxwe yîn hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kir.
Naveroka peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Îro hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bidawî hat. Spas bo xudê û gelê Kurdistanê ku ev hilbijartin bi awayekî serkeftî hat lidarxistin û tabloyek xweşik ji demokratîkbûna gelê me û Herêma Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê da.
Birastî em bi hişyarbûna gelê xwe serbilind in. Bi giştî dengderên Kurdistanê mînakek pirr baş nîşan dan ji beşdariya hilbijartinan. Heta bûn sedema wê ku hêzên siyasî jî bi awayekî şaristanî tevbigerin. Ev jî nîşanek mezin ji pêşketina gelê me ye û divê hurmeta wê bê girtin û neyê jibîrkirin.
Ez dixwazim spasiya komîsyona bilind a hilbijartinan, hêzên asayiş, polîs û hemû hêzên ewlehiyê bikim her wiha saziyên sivîl û çavdêrên navxwe û biyanî bikim ku çavdêriya hilbijartinan kirin.
Ez ji hemû aliyên siyasî dixwazim vê serkeftina gelê Kurdistanê bi livîneke siyasî ya baş kamil bikin û piştî eşkerebûna encamên hilbijartinê, zû dest bi avakirina hikûmetek nû bikin ku hêjayî vê hişyarî û serkeftine gelê Kurdistanê be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
21.09.2013”