Polîtîk

Nêçirvan Barzanî hat ku Haşîmî bibe

Serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî, piştî duyemîn serokwezîriya xwe, serdana ewil li Tirkiyê kir.

Barzanî, duh (16.05.2012) danê êvarê bi balafirek taybet çû Enqerê. Serdana Barzanî wê du roja dewam bike û bi Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Karêderve Ahmet davutoglu re were cem hev. Wezareta Karêderve yê Tirkiyê daxuyaniyek da ku ew ê ” di hevdîtinan de, pêwendiyên dubendî û têkoşîna dij terorê niqaş bikin.”

Rojnameya Tarafê îdia kir ku, serdana Nêçirvan Barzanî, hîn fireh mijarên ku, di serdana Serok Mesut Barzanî de hatibûn rojevê wê bên gotûbêjkirin û mijara herî grîng rewşa Haşîmî wê were nirxandin.

Taraf, xwe dispêre çavkaniyên herêmê û diyar dike ku, Tirkiye ji bo Tarik Haşîmi li formulekê digeriye. Gorî Tirkiyê formula herî baş jî, ku Serokwezîrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî bixwe re Haşîmî bibe Hewlêrê.

Heman mijar di serdana Serok Barzanî de jî hatiye rojevê û Serok Mesut Barzanî gotiye ku, “hinekî bipên.”

Tê îdiakirin ku her çiqas Hêrêma Kurdistana Federe bêdil be jî, di vê mijarê de encam girtina Tirkiyê wê nebe surprîz.     

Back to top button