Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Em pêşwaziyê li şanda hevbeş a YNK û Goran nakin

Cîgirê Serokê PDKê û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew ne amade ne pêşwaziyê li şandeke hevbeş ji YNK û Goranê bikin bo gotûbêjkirin û derbasbûna ji kirîza siyasî, lê PDKê amade ye cuda pêşwaziyê li wan bike.Nêçîrvan Barzanî serdana bajarê Silêmaniyê kir û çû navenda Encumena Serkirdatiya PDKê .Piştî civîna xwe ligel berpirsên partiya xwe li Silêmaniyê û derdora wê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de Nêçîrvan Barzanî mebesta serdana xwe eşkere kir û ragihand ku bo pîrozbahîyê li Şêx Edhem Barzanî bi boneya wergirtina posta wî ya nû û destbikarbûna wî wek Serokê Encumena PDKê serdana Silêmaniyê kiriye.Piştî îmzekirina rêkeftina di navbera xwe de, biryar e Goran û YNK bi şandeke hevbeş serdana partiyên siyasî bikin bo çalakirina parlemento û hikûmetê û rêkeftin li ser pirsên destûr û serastkirina yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê.Di vê derbarê de, Nêçîrvan Barzanî got: “Em ne amade ne pêşwaziyê li şandekehevbeş ji YNK û Goranê bikin bo gotûbêjkirin û derbasbûna ji kirîza siyasî, lêPDK amade ye cuda pêşwaziyê li wan bike.”

Back to top button