Hevpeyvîn

Nêçîrvan Barzanî: Em dikarin guherîna avhewayê çareser bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Em bi hev re dikarin guherîna avhewayê çareser bikin.”

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev doh çû Bakuyê.

Serokê Herêma Kurdistanê îro li cihê konferansê ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin.

COP29ê îro dest pê kir û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê COP29ê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Ez kêfxweş im ku li Bakuyê beşdarî COP29ê bûm. Ev kombûna salane ji bo me firsendeke girîng e ku em ber bi paşerojeke aramtir ve gavên bi wate bavêjin.

Em bi hev re dikarin guherîna avhewayê çareser bikin û ji bo nifşên bên gerstêrkeke saxlemtir ava bikin.”

Nêçîrvan Barzanî roja yekem a COP29ê bi gelek lîder, serok û nûnerên cîhanî re civiya û temasên wî berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi hev re derbasî hola konferansê dibin

Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê bi Serokê FIFAyê Gianni Infantino re jî civiya.Serokê Herêma Kurdistanê bi Recep Tayyîp Erdogan û Mihemed Bin Zayd el-Neyhan re jî axivî.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û rêlibergirtina germbûna gerdûnê lihevkirinek pêk were.

Tê pêşbînkirin ku Nêçîrvan Barzanî heta 15ê mehê li konferansê be.

Back to top button