Dosya

Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê duhî roja yekşemiyê 28.04.2013ê digel kutleyên kurdistaniyên nav parlamentoya Îraqê, wezîrê kurd yên hikûmeta Îraqê û partiyên siyasiyên kurdistanê civiya û di civînê de kirîza siyasiya Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin.

Di civînê de biryar hat dan ku şandeyeke bala li ser navê herêma Kurdistanê bi seroaktiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê serdana Bexdayê bike bi berpirsên Îraqê re pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê, bi awayekî ku, di berjewendiya tev pêkhateyên îraqê de be, çareser bikin.

Civînê tekîd li ser wê yekê kir ku, divê şandeya herêma Kurdistanê bi awayekî cidî, vekirî û raste rast digel serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî, Hevpeymaniya Niştimanî, lîsteya Îraqiye û aliyên din yên pirsgirêkan minaqeşe bikin û rêyên çareseriyê jê re bibînin.

Herwesa civînê biryar da ku, dema şandeya hikûmeta Kurdistanê ji Bexdayê vedigere careke din digel aliyên siyaiyên herêma Kurdistanê bicivin û li gor encamên serdanê bo Bexdayê û civîêna biryara dawiyê bidin.

Back to top button