Cîhan

Nêçîrvan Barzanî bi fermî bo Îmaratê hat vexwandin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Ebdula Îbrahîm sefîrê Îmaratê yê Îraqê û şandeya pê re kir.

Di civînekê de peywendiyên navbera herêma Kurdistan û Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî hatin behis kirin û tekîd li ser xurtkirin û befirehkirina wan têkeliyan hat kirin.

Sefîrê Îmaratê yê Îraqê, kêfxweşiya xwe li hemebr serdana bo herêma Kurdistanê û dîdara bi serokwezîrê Kurdistanê re nîşan da û got ku, di nava 5 salên karkirna wî de li Îraqê çend careka serdana herêma Kurdistanê kiriye û her cara tê Kurdistanê pêşkeftinên nû dibîne û ”Ev yek jî nîşana serkeftin û jîriya siyaset û îdareya herêma Kurdistanê ye.”

Ebdula Îbrahîm sefîrê Îmaratê yê Îraqê di berdewamiya axaftina xwe de got ku, Îmarat bi çavekî giring li têkeliyên bi herêma Kurdistanê re temaşa dike û Îmarat dikare di gelek waran de zêdetir hevahengî û hevkariyê digel herêma Kurdistanê bike û tecrûbe, pisporî û şarezayîyên di warên cihê de pêşkeşî herêma Kurdistanê bike.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, çavê herêma Kurdistanê li têkeliyên baştir û befirehtir e digel Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî û Kurdistan dixwaze sud ji şarezayî, pisporî û tecrûbeya Îmaratê a di warên cihê de werbigire.  Barzanî got jî ku, deriyên herêma Kurdistanê li pêş kar û pirojeyên kompaniyên îmaratî vekirîne.

Sefîrê Îmaratê bi fermî serokêwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Îmaratê vexwand daku ji nêzîk digel serkirdayetiya Îmaratê bicive û peywendiyên di navbera her du aliyand e bikevin qonaxeke nû û pêşkeftîtir.

Back to top button