Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasima sundxwarina Hesen Ruhanî kir
Li ser vexwandina fermî a serokomarê Komara Îslamiya Îranê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, ji bona beşdarîkirin di merasima sundxwarina serokomarê nû yê Îranê Hesen Ruhamî, gehişte Taranê.
Nêçrîvan Barzanî bi serokatiya heyeteke herêma Kurdistanê ku, ji Fazil Mîranî sekreterê polîtbûroya PDKê, Azad Berwarî endamê polîtbûroya PDKê û Kameran Ehmed wezîrê avadankirin û akincîkiirnê pêkhatibû, bi nûneratiya Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bo beşdarîkirin di merasima sundxwarina serokomarê nû yê Komara Îslamiya Îranê, îro gihştin Taranê li firokexaneya Mehirabad ji aliyê Elî Cenetî wezîrê rewşenbîrî û çend berpirsên hikûmeta îranî ve hatin pêşwazî kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê di çarçovey aserdana xwe ya bo Taranê de, ji bilî beşdarîkirin di merasima sundxwarina serokomarê nû yê Îranê de, dê çend dîdar û hevdîtinan bi mezine berpirsên komara Îslamiya Îranê re pêkbînin.
Di merasima sundxwarina serokomarê nû yê komara Îslamiya Îranê Hesen Ruhanî de, 10 serokkomar, 3 serokwezîr, 5 serokparlamento, 6 wezîrên derve û nûnerên nêzîkî 60 welatan digel nûnerên Neteweyên Yekgirtî beşdar bûn.