Dosyeya 18 keçên kurd teslîmî konsulê Misirê kir
Di civîneke navbera Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Silêman Osman konsulê Misirê li herêma Kurdistanê behsa dosyeya wan 18 keçên kurd yên malbatên wan li ser destê rijêma Sedam Hisên hatîne enfalkirin û paşî bi Misirê hatîne firotin, hat kirin.
Di civînê de ku, Suham Cebelî alîkara berpirê têkeliyên derve amade bû, Felah Mistefa got ku, bi hevahengî digel aliyên peywendîdar hikûmeta herêma Kurdisatanê bi cidî dosyeya wan 18 keçên kurd di şopîne û dê dest bi lêkolîn û hokarên bilavbûna wê dramaya misirî ya ku, behsa çîroka keçên kurd dike, bikin.
Berpirsê têkeliyên derve, ew belgenameya ji îstîxbarata serdema Sedam Hisên hatiye eşkere kirin û di torên peywendiyên civakî de hatiye weşandin navê 18 keçên kurd ku, jiyê wan 14-29 sal e û fermana hinartina wan bo Misirê hatiye dan da destê konsulê Misirê û jê re got ku, rêxistinên civaka medenî û raya gitî li herêma Kurdistanê daxwaza helwest û zanîna rastiya vê meseleyê ji hikûmeta Misirê dikin.
Konsulê Misirê got ku, dramayên misirî li (bajarê ragehandinê) tên berhemanîn û hikûmeta Misirê tu peywendî pêve nîne, ew saziyeke sektora taybet in û hikûmetê desthilat bi ser wan de nîne. Lê wî got jî ku, dê ew bi rêya kanalên xwe lêbixebitin daku rastiya meseleyê bizanin û peyama hikûmeta herêma Kurdistanê di gihînin hikûmeta Misirê û dê lêkolînî li ser bikin.
Weke tê zanîn diramayeke misirî bi navê (nîran Sedîqe) ji nivîsîna Mihemed Emîn Razî û derhênan Wefa Ebdultewab e, li MBC tê weşandin, xelekaa pêncê ji wê diramaylê behsa 18 keşên kurd dike ku, malbatên wan ji aliyê rijêma Sedam Hisên ve hatine enfal kirin û ew keç jî firotine misirê ku li melhaya karî pê bikin.