Nebîya anîne û tînin serê dêzimanê kurdî
NEBÎYA ANÎNE Û TÎNIN SERÊ DÊZIMANÊ KURDÎ …
Li ser vê mijara hanê meriv dikare pir dûv û dirêj şîrove bike û binirxîne. Di rastîya xwe da, pêwistî bi vegotinên kur û dirêj henin. Lê ez dê bi kurtî û bi xeten stûr li ser vê babetê rawestim; ”Dêzimanê meriv nasnameya meriv e”.
Dagirkera bi têra xwe, tiştên nemayî anîne serê zimanê me. Bi sala, bi her sedemên ”dîtî û çêkirî” va qedexe kirine, nizm dîtine, piçûk xistine, kêm dîtine û tu cara bi çavekî bi zimanekî serê xwe, serketî û hêja nedîtine, nabînin û wê nebînin jî. Sedem eşkera û dîyar e; nijatperestî ye.
Di dîroka merivatî da kî destxelatdar, rêvedar û hikumdar bûbe, zimanê wî jî bûye zimanê bazarê û perwerdehîyê. Zimanê bazarê wekî tê zanîn, bingeh û sitûnên danstendinê ye. Bi saya vana, zimanê meriv hem jînbar û hem jî li gorî pêwistîya, mecbûrî xwe nûjen dike. Van tespîtên hanê rastîyên dîrokî ne ku civat jî bi van zimana bi pergal, qanûn û bi rêbaza tên ray û sererastkirin …
Îcar, dema ku meriv bi tevayî bindest be, mixabin ku zimanê meriv jî bindest dikeve û her çiqasî wext derbas dibe, hewqas jî ew ziman paşva dikeve, nikare(pêwistîya nûjenî) xwe nûjen bike û her diçe di bin çerxên zimanên dagirkera da dimîne ku ji asîmîlebûyinê jî nikare bifilite.
Ez dê li ser sosyo-piskolojîyê, hin mînakên hem trajîk hem jî dramatîk bidim, ka binêrin me xistine û dixin çi halî?!
1- Kurd tune ye, qert-qurt heye. (”Kürt yoktur, kart-kurt vardir”)
2- Kurdî tune ye. (”Kürtçe yoktur”)
3-Her peyvekî Kurdi ra cezayekî. Kutan! Axlem di dibistan, gund û DRH da.
[Dibistana Razangehê ya Herêmî – Serokê çêra yê bi Kurdî – Serokê milê bi Kurdî] (Her bir Kürtçe kelimeye ceza. Dayak – YBO; Yatili Bölge Okullari ve
KKK= Kürtçe Küfür Başkani veya Kürtçe Kolu Başkani)
4- Kurdên bi qemçik – Numroya şikefta te çend e? – Li kuro binêre!
(”Kuyruklu Kürtler” – ”Magara numaran kaç?” – ”Kuroya bak!”)
5- Wîîîîîîî….De na looo! Tu nabe Kurd bî, heneka dikî ne wusa???!!!
(”Aaaaaaa…..Yok canim! Sen Kürt olamazsin, şaka yapiyorsun degilmi??!!”)
6- Hemwelatîno, bi Tirkî biaxifin! (”Vatandaş, Türkçe konuş”)
7- Kurdî, zimanê wêjeyê nîne. (”Kürtçe, edebiyat dili degildir”)
8- Çêêêê!!! Perwerdehî bi dêzimanê Kurdî! tu cara nabe, naaaa!!!
(”Neeee!!! Kürtçe anadilde egitim mi, asla olmaz, hayirrrrr!!!”)
9-Ji xwe em tev ji ummetekî ne, yekmillet in, cûdaxwaz nebin! û hwd. …
(Zaten ayni ummetteniz, tek milletiz, ayirimci olmayiniz…) vs. …
Bi her metod û awayî, hebûna nasnameya Kurda vala, binpê û pûç dikin. War û hebûnên ku bi zimanê meriv henin; ji dîwana bigirin heta wêje, roman, hîkayet, çîrok, kurteçîrok, stran, gotar, gotepîr, beyt û hwd. bi tevayî di bin bandora zimanê dagirkera da dimînin û di pey da dikevin pir pêvajoyekî xerab ku hin formatên dêzimanê meriv jî tên guhartin, hinek jî deforme dibin, û herî xerabtirîn ew e ku zimanê meriv ji demên pêşeroj ra têr nake û kêm dimîne ku rîska hindabûnê jî zêde dibe. Zimanekî bi gelemperî ger nikaribe xwe nû bike, nikare afirbar/nûjen jî bibe. Piştra jî derfet û destarî nabîne ku xwe nûbar bike.
Lewra, bar dikeve serê her sitûyê kesên ku welatparêz, xwedîîddîa, xwedîhelwest, sîyasetmedar, kurdperwer, stranbêj, rewşenbîr, helbestniviskar û hwd. ku ev jî li serê her kurdekî ferz û şert e. Bi kurtasî; di mala xwe da, bi derdora xwe ra û di bazara da heta ji me tê dibê ku em tev bi Kurdî biaxifin, binivisînin û bixweynin. Ji vê riyê ra jî zanîn, dilxwazî, bawerî û xweyeqînî dixwaze. Hew bi van helwest, dîtin, nêrîn û ramana va, ez bawerim ku em yê bi ser kevin …. Wê riya me vekirî be …
Nûha jî bi giranî, hin sedemên bihîstî û gotî ra mînak;
Ma qey hergav û qas, berdevkên dagirkera, bi tevî wezîr û serokên xwe va weha negotine, nabejîn?!
1- ”Kurdî(bi tevî 4 zarava va) ne tu ziman e, bi giranî ji Erebî û Farisî pêk hatîye.”
2-“Zimanê Kurdî bi kêrî tu tiştekî nayê, têrî helbestekî dîwanî nake, paşda maye.”
3- ”Em tev ji ummetekî ne, yek millet in, loma jî em birayên hev in.
Derdijminên me, me berî hevdû didin.”
4- ”Zaza, Kurmanç, Soran û Hewram ji xwe çend xelqên ji hevdû cûda ne ku
zimanên! wan jî ji hevdû cûda ne.”
5-”Kurd trêna netewbûnê revandine(ji trêna milletbûnê mane.)”
6- ”Soranî û Hewramî bi tîpên Erebî(aramî-zimanê Hz.Îsa), Kurmancî û Zazakî jî
bi tîpên latînî tên nivisandin, û ji hevdû jî tu tiştekî fam nakin.”
Meriv hewqas zana! qurnaz û nijatperest nikare bibe, û hewqas dijmintî li dijî zimanekî dinê nake! Lê va dikin. Malneketno! Ji xwe gerîna zimanekî saf û sade hem tune ye hem jî xeyal e. Ka gelo li gerdûnê zimanekî saf û sade heye?! Her ziman ji hevdû digirin û wê bigirin jî. Lê mebest dîyar e, ku bi avakirina weha bi ”sedemên çêkirî” rojevê diguhurînin, xwedênegiravî serê meriva li hevdû dixin, mêjîyê meriva şolî dikin, û bi agahîyên qirêj û gemmar jî dixwazin xwe heqdar û mafdar derxin, Kurda bêzar bikin.
Van pirs û îddîayên ku ”çêkirî ne” wusa prîmîtîv in ku vereşandina meriv tê. Lê dibê ku meriv bizanibe, vana çêkirîyên nijatperesta ne.
Helbet girêk û pirsgirêkên zimanê Kurdî henin, ne ku tune ne. Lê van pirsgirêkên hanê hew ji bû zimanê Kurdî derbas nabe, ji bû her zimanî bi awayakî derbas dibe. Her millet û netew jî, bi kar û barên li ser zimanên xwe, nûbarî û nûjenîya diafirînin, zimanê xwe bi alîkarîya karên sazî û dezgehî va pêşda dibin. Ev pêvajoya hanê jî bê şik û bê gûman, xwerêvedarî û destxelatdarîyê dixwaze.
Herçî ger Kurd bi xwe rêvedarê xwe nebin, biryara xwe bi xwe nedin û xwedî li xwe dernekevin, tu kesekî dinê di dêlva Kurda da li Kurda xwedî derneketîye û wê dernekeve jî. Dibê her Kurdekî bizanibe ku vana pergalên siruştî û xwezayî ne.
Bi kurtayî dibê ku gelê Kurd û zimanê Kurdî bi fermî bên pejirandin û parastin ku di pey da bi formulekî demokratîk, bi serbestî û azadî, hem perwerdehî bi dêzimanê Kurdî û hem jî perwerdehî ji bû dêzimanê Kurdî bên dayin.
Kurdino! Bi dêzimanê xwe biaxifin, binivisînin û bixweynin …
[Hin vegotin;
Derdijmin; Dişdüşman – Destdar/î; Müsait/lilik – Dêziman; Anadil – Gotepîr; Atasözü – Jînbar; Yaşayan – Nûbar; Yenilik – Nûjen; Yeni olan – Pejirandin; Kabul etmek – Prîmîtîv; Ilkel – Razangeh; Yatili – Rêvedar; Yönetici – Sirûştî;Dogal/tabii – Stûr; Kalin – Vegotin; Açiklama – Xwerêvedar/î; Yönetim/Öz yönetim – Xweyeqîn/î; Öz güven/li ]
Îlhamî Can
[email protected]