Nebin şirîkên Tawanên Neteweyî!

Bi taybetî piştî lihevhatina hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê di derbarê Şingalê de hêviyek peyda bibû ku, dê xelkê Şingalê vegerin li ser cih û warên xwe. PKKê da zanîn ku ew çekdarîn xwe ji Şingalê nakişînin û bi tundî li dijê vê li hevhatine sekinîn.
Ji aliyek din ve PKKê êrîşên xwe li himber PDKê gelek tund kirin û heta radeyekî PDKê bi xiyanetê itham kir, rêveberên PKKê vekirî li dijê PDKê şer ragihandin û dan xûyakirin ku şerê li dijê PDKê ne şerê birkauji ye.
PKK êrîşê hêza Pêşmerge kir û pêşmergeyek şehîd kir. PKK êrîşê borîya Petrolê ya ku difroşe bazara cîhanê kir ku dahata wê rojane 10 milyon dolar e. Ev yek ji bo darayiya herêma Kurdistanê derbek gelekî giran e.
Bû guman li himber bûyerên li Iraqê pêkdihatin taybetî hemahengiya di navbera hikûmeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê de, ne bi dilê Îranê bû. Îran di cih de çengê xwe yê li Iraqê kir di nava çalakiyan de. Aliyên Şî’e li dijê herêma Kurdistanê li gel parlementerên Sune jî li hevkirin û hinekparlementerên Kurd di parlementoya Iraqê de piştgirya wan kir û bi biryarek ya parlementoyê behra Kurdistanê ji butçeya Iraqê dan sekinandin. Ev yek wek ku tu xencerekî li pişta gelê Kurd li başûrê Kurdistanê bidî hate nirxandin.
Niha ev biryara parlementoyê cih dibe yan nabe, lê parlementoya Iraqê li gel hinek parlementerên kurd ku xiyanet li miletê xwe kirin niyeta xwe eşkere kirin. Kurdistan di ware darayî de bi rêya petrola bifroşê derve dikare bi awayekî debara xelkê xwe bike.
Tu cewazî li navbera teqandina boriya petrolê ji aliyê PKKê ve û biryara parlementerên şovenistên ereb tuneye. Herdu bûyer bi hevre girêdayîne û biryar ji yek nawendî hatiye wergirtin. Biryara parlementoya Iraqê berdewamiya teqandina xeta boriya petrol a Kurdistanê ye.
Di parlementoya Iraqê de ji bilî çend parlementerên xwefiroş, parlementerên kurd, bi hevre bûn xwedî helwest û parlemento terikandin.
Niha li himber van bûyeran û herweha li gora siyaseta gelemperî jî li başûrê Kurdistanê û heta vê yekê ve girêdayî li beşen din jî siyaset bûye du alî.
Yek ji wan siyaseta PDKê pêşkêşîyê dike û hewldide Kurdistanê ber bi statûyek serbixweve yanî dewletbûne ve bibe.
Ya din jî siyaseta ku PKK pêşkêşîyê dike û li gel hemû cureyê dagirkera hevkariyaê dike, da ku rê li rêveçûna serxwebûne bigre û nave Kurdistanê winda bike.
Niha li hemû Kurdistanê yan dê mirov di nava hêza Kurdistanî ya ku Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve bibe cih digre pişgirîyê dike, yan jî mirov di nav siyaseta ku PKK serkêşiyê dike cih digre û rê li dewletbûna welata xwe digre. Rêya sêyem tuneye. Pêvajo zîz e û her kurdek siyasetê dike divê li aliyekî xwedî helwest be. Hêdî ku mirov herdu aliyan bi hevre îdare bike nabe. Bê guman dema mirov dibêje PKK, ev yek tê wateya hemû hêz, rêxistin, partî û dezgehên ji aliyê PKKê ve hatîn avakirin û îro pişgirya PKKê dikin di nava katagoriya PKKê de ne.
Dema siyasetvanekî PKK rexne bike û pişgirya aliyek din ku di bin bandora PKKê de ye bike ev nabe û dibe durûtiya siyasî.
Gerek di qonaxa ku tevgera kurd têre derbas dibe, baş bê xwendin. Destekeftiyên ku îro hene lawaz bibin yan jî bi awayekî têk herin , Kurd heta sedsalan hêdî nikarin xwe serheve bînin.
Nabê siyaset ji bo berjewendiyên kesayetî bê kirin. Divê siyaset ji bo berjewendiyên neteweyî bê kirin. Pîvan berjewendiyên neteweyî be. Wek din mûmkin e ku hinek kes wek kesayet serbikevin lê dê Kurdistan winda bike. Ev yek dibe tawaneke neteweyî.
13.11.2020
Dara Bilek

Nerîna min :