Nebin şirîkê tawanên PKKê…
Siyasetmedar û rewşenbîr Ibrahim Guçlu li Diyarbekirê konferansek çapemeniyê li darxist û da xûyakirin ku,PKKê di derbarî wî de biryara kuştinê daye. Tê zanin ku Guçlu yek ji wan kesayetaye di derbarê PKKê de vekirî dîtinên xwe dinivîse û dibêje, gelek cara ev helwesta wî bûye sedem ku PKKê di derbarê wî de biryara kûştinê daye.
Dema mirov dîroka PKKê dinêre û baş dinirxîne, biryara kuştina PKKê di derbarê siyasetmedarek naskirîyê kurd de ne tiştek nûye û herweha ne gelek xerîbe. Ji bo ku PKKê bi sedan siyasetmedar û rewşenbîr qetil kirine û ew ji holê rakirine. Ev yek ji xwe beşeke ji siyaseta PKKê. Lê li vê derê divê rexneyek hebe. Ji ber ku dema PKKê siyasetmedarek Kurd tehdît dike û hewldide wî/wê ji holê rake ,mixabin ji aliyê kesayet û siyasetên derveyê PKKê pişgiriya pêwist nabîne û ev yek jî dibe sedemek mezin ku PKK ji van kiryarên xwe yên kirêt cesaretê distîne.
PKK di destpêka xwe de bela xwe li hemû rêxistinên Kurda da û gelek kurdên welatparêz ku endamên partî û rêxistinên cuda bûn Qetil kirin. Herî dawî PKKê berê xwe da PDKT(KUK) û şerê wan kir, gelek kurdên welatparêz hatin qetil kirin. Herweha bi pravakasyona bi hezara însan kûştin û dan kûştin. PKK di nava xwe de jî bi hezaran genc înfaz kirin. Bi gotina Abdullah Ocalan PKKê 15 hezar kes di nava xwe de bi tomhemetên cuda Qetil kirine. PKK êrîşê hemû nirxên Kurd û Kurdistanî dike. Kesek vê nizanibe yan jî nebîne nemaye. Ji bo vê yekê gerek nirxandinek berfireh di vê derbarê de bête kirin.
Ew kesayet yan jî aliyên li himber kiryarên PKKê yên xirab bêdeng dimînin û li himber tehdît û kûştina siyasetmedar û rewşenbîrên kurd ji aliyê PKKê ve bê helwest dimîn, rasterast şirîkê van tawanên PKKê ne.
Ibrahim Guçlu di destpşka daxûyaniya xwe de dibêje: “Berpirsiyarên HAK-PARê, PAKê, TEVGERÊ, PSKê beşdarî civîna çapemenî bûn. Sipasdar im, ji wan re.”
Başe ji bo çi PDK-T û Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) amade nebûn? Ji bo çi aliyên di bin sêwana HDPê de di civînê de amade nebûn yan jî bi awayekî helwesta xwe diyar nekirin? Gelo helwesta hawariyên demokratikbûna Tirkiye di nava KCDê çiye? PHD çi difikire? Gelo kesayetên wek Ahmet Turk çi dibêjin? Ev pirs hemû gerek bersiva xwe bibînin. Pirs ne pirsa Ibrahim Guçlu tenêye, pirsa her kurdekiye ku doza mafê miletê xwe yê rewa dike.
PKK rojane Kurdên li dijberê xwe tehdît dike. PKK bi rêyên cuda vê yekê dike. Gelek cara belge ketine di destê medya Tirki de ku navê bi dehan siyasetmedara di listeyên kuştinê yên PKKê de hatine xûyakirin.
Li vê derê mirov hewce nake PKKê rexne bike. Ji ber ku qetilkirin û ji navbirina siyasetmedar , rewşenbîr û nirxên Kurda armancek ji ya PKKê ye. Lê ew bêdengîya li himber van kiryarên PKKê gerek baş bê nirxandin û şirove kirin.
Dema kesek ji HDPê tê girtin yan ji aliyê dewletêve li himber endam û berpirsên HDPê tiştek ne huquqî tê kirin, herkes diqêre, dibe hawar û gazî, bi dehan daxûyanî tên ragihandin û xwezî wî yê zûtir dîtina xwe bêje. Lê dema PKK heman tiştê li himber aliyek din dike, yan jî dema PKK siyasetmedarek Kurd bi kuştinê tehdît dike hata dikûje, ji bo çi Axa mirî dikeve li ser herkesekî. Ji bo çi herkes bêdeng dimînin? Ji bo çi HDP deng nake? Ji ber ku ew şirîkê tawanên PKKê ne. Di vê derbarê de gerek HDP,KCD,PHD û hevalbendên wan bêne şermezarkirin . Kurd heta nebin xwedî helwest di vê derbarê de, dê her PKK siyasetmedara tehdît bike û welatparêza ji nav bibe û kesên ku wek wan nefikire bê deng bike.
Di kuştina welatparêzekî ji aliyê PKKê ve HDP,KCD û PHD xwediyê heman tawanine. Partî û aliyên hevalbendiya wan dikin û bê deng dimînin şirîkê van tawanên PKKê ne.
Gerek em bi zelalî bêjin li himber vê tehdîta kirat a PKKê Guçlu ne tenêye…
3.4.2021
Nûçe/Analîz
Rojevakurd