Ne ji Kurdistanê be, rewşa Xiristiyanên Iraqê dê ji ya Xezeyê xirabtir bûya

Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê Kardînal Luis Sako da xûyakirin ku, Xirîstiyanên Îraqî rûbirûyê koçberiyeke mezin in. Herêma Kurdistanê Xiristiyan hewandin, eger ew nebûye, rewşa wan dê ji ya xelkê Xezzayê xerabtir bûbûya.
Luis Sakodi gotarekê de dibêjeku; Xirîstiyanan li Iraqê hest bi xemgînî, êş, tirs û tevliheviyê dike, ji ber ku ew bi şêweyên qismî û komî hatine piştguhkirin. Berdewamiya gotara xwe de dibêje: Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya Xirîstiyanên Iraqê nekiriba, bi taybetî li Mûsil û bajarokên Deşta Neynewayê, bi taybetî di dema êrişên DAIŞê de, rewşa Xirîstiyanan dê ji rewşa niha ya Xezeyê xirabtir bûye ku di wê demê de hikûmeta Iraqê alîkariya wan nekir.
Sako amaje bi wê yekê jî kir ku “ne aramiya siyasî, ne ewlekarî, ne aramiya aborî û ne jî serweriya ku hemû Iraqî jê hêvî dikin, heye.” Herwiha got: “Li Iraqê durûtî di têgînên wek demokrasî û azadî, destûr, yasa û welatîbûn de heye, heta li cem kesên ku li ber Xwedê sûnd xwarine jî ku wan biparêze jî. Êrîşên li ser Xirîstiyanan û destdanîna ser mal û milkên wan hîn jî berdewam in. Herwiha bûyerên guherandina ola wan bi darê zorê ji aliyê DAIŞê yan kesên din, îslamîkirina biçûkan, neparastina mafên wan, hewldana nehîştina dîrok û mîrata wan a olî û gotinên nefretê yên di hin gotarên olî û pirtûkên perwerdehiyê de jî berdewam in.”
Sako dibêje: Piraniya partî û hêzên Xiristiyanan yên Iraqê li pey pere û desthilatê ne û dema hatin ser desthilatê, tenê berjewendiyên xwe diparêzin, tevgera Babiliyon mînaka herî diyar a vê yekê ye. dêr jî di nav xwe de hatine dabeşkirin, sedema vê ya sereke jî, tevgera Babiliyon e, ku hin qeşe ji bo berjewendiya xwe bikar tîne.