Ne dema şer e, dema tifaqê ye
Di derbarê êrîşaPKKê li himber PDKÎ de partî û aliyên siyasî li Bakur jî dîtinên xwe didin kifşkirin. .Hereketa Azadî jî di vê derbarê de daxuyanyek ji bo raya giştî ragihand.Daxuyaniya Çapemeniyê ji bo pevçûna di navbera KDP-Î û PKKêJi bo Çapemenî û Raya GiştîBi navê Xwedayê rehman û rehîmNe Dema Şerî, Dema Tifaqê ye!Parçebûna Kurdistanê û îxtîlafa di nav gelê Kurdistanê de, ev bi sedan sal in bizanetî di bin hegemonyaya leşkerî û siyasî ya dagirkeran de berdewam e.Statuya heyî ya Başûrê Kurdistanê û nasîna wê di nav welatên navnetewî de ûher wiha destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê Kurdistanê muhîm e. Bivê yekê re jî têkoşîna civakî û siyasî ya li Rojhilat û Bakurê Kurdisanê ku di navsînorên Îranê û Tirkiyê de ne, cihê pîroziyê ye.Lê belê her çiqas îxtîlafa siyasî û birakujiya berê ya li her çar parçeyan hê jînehatibe jibîrkirin, her wiha ne lazim e di roja îroyîn de û her gav ku em qalanemeşrûbûna birakujiyê bikin û bi bîr bixin ku pirsgirêk divê bi axaftin ûmuzakere û şêwrê bên çaraserkirin.Li Bakurê Kurdistanê nexweşiya şexsî ya di navbera Hüda-Par û HDPê û li BaşûrêKurdistanê kêşeya siyasî ya di navbera KDP û PKKê de û di dawiyê de pevçûna dinavbera KDP-Î û PKKê de ne mimkûn e ku bê qebûlkirin.Ev meseleya ku em ê bi tu hawî qebûl nekin, watedar e ku piştî ziyareta welatênderve ya Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ku ji aliyê welatêndinyê ve hat pesinandin û her wiha piştî gotinên cenabê Serok ên ku ji devdorênsiyasî yên Kurdistanê re gotibû “Piştgiriya min bikin, ez ê îro serxwebûnê bidimzanîn” derketine holê û em dîsa didin zanîn ku em ê vê rewşa nexweş tu carîqebûl nekin.Îradeya navnetewî jî tifaqa gelê Kurdistanê û bi taybetî jî tifaqa otorîteyên siyasîû leşkerî yên Kurdistanê hewce dibîne da ku îtîbara hukmî ya Kurdistanêeleqeya ku heq kiriye, bibîne.Ji ber van yekan di şûna ku partî, hereket û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê tifaqbikin û li platformên hevpar destê hev bigirin, lê belê rabin îxtîlafan bidomînin,hê jî xerabtir bikevin pevçûnên çekdarî, ev yeka sedî sed li dijî berjewendiyêngelê Kurdistanê ne.Eşkere ye ku warê tifaqê jî Kongreya Netewî, Parlamentoya Netewî an jîCepheya Netewî ye. Pir muhîm e ku hemû partî, hereket û rêxistinên Kurdistanîdeskeftiyên heyî bigirin ber çav û ji helwestên xerab ên ku zirarê bidin BaşûrêKurdistanê û tevecuha ku Birêz Mesûd Barzanî li derve dîtibû, dûr bisekinin.Divê li destkeftiyên Rojava jî xwedî derkevin.Ji bo tifaqa netewî ya li her du parçeyên Kurdistana ku di nav sînorên siyasî yênTirkiyê û Îranê de mane, hewceyê xebatê ye. Li her çar parçeyên Kurdistanê,birakujiya di navbera partî û rêxistinên Kurdistanî de heram e, sûc e, li dijîberjewendiyên gelê me ye û ne li gorî şiûra netewî ya dîrokî ye.Em wek Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ hemû aliyanvedixwînin şêwrê, muzakereyê, hevkarî û tifaqê. Her wiha em pêşniyar dikin kubila her alî guh bidin bangawazî û çareseriya Parlamantoya Başûrê Kurdistanê.Bi vê munasebetê em ji bo Pêşmergeyên şehîd rehma Xwedê û ji bo yênbirîndar jî şifaya xêrê dixwazin. Bila serê gelê Kurdistanê sax be.Qehr li birakujiyê be!Bijî biratiya gelê Kurdistanê!Ji bo Maf Dad û Azadî Hereketa Îslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ24.05.2015 Diyarbekir