Naveroka nameya seroka Barzanî li ser referndumê
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di destnivîseke xwe de, civîna roja biryara refernduê tê de hatiye destnîşan kirin bi civînek dîrokî wesife dike û dibêje ku, ew biryar ji bo hemû aliyên beşdar di civînê de şanaziyeke mezin e:Teksta destnivîsa serokê barzanî:Bi nave Xwedayê mezin û dilovanCivîna roja 07.06.2017ê civîneke dîrokê bû û ji bo gelê Kurdistanê û qurbanêdanên pêşmerge destkeftiyek buhadar e. Ji bo hemû ew aliyên beşdarî di civînê de kirî û biryara dîrokî da ku, gelê Kurdistanê bikare bi rêya referndumê deng û daxwazên xwe bi cîhanê bigihîne, şanaziyeke mezin e.Sipas jib o Xweda, pêşmerge û cemawerê sebilindê Kurdistanê û sipas ji bo wan aliyên bi hest bi berpirsiyarî helwesta xwe ya neteweyî û dîrokî qeyd kir. Ez hêvîdar im ev gav bibe hêvênê yekrêzî û biratîyê di navbera aliyên siyasî de. Xwesteke gelê Kurdistanê eve ku, destkeftiyên xwe ku, mafekî xwezayî yê gelê Kurdistanê ye, bi rêya aşitiyê û dûr ji şidetê bidest bixe. Di vê çarçoveyê de em dixwaz in me baştirîn têkeltî û lihevtêgehitin digel Bexdayê, cîranan û welatên herêmî hebe.Çênabe em jibîr bikin destketî û serkeftinên me berhema xûna şehîdên me yên nemir e.Hizar silav li canê paqijê şehîdên rêya azadiyê