Polîtîk

Naveroka civîna hikûmetê û her du wezîrên Fransayê

Qubad Talebanî cîgirê serokêwezîrê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 26.08.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel Jaen Le Drian wezîrê derve û Florance Parly wezîra bergiriyê yên Fransêyê û şandeya bi wan re civiya. Di civînê de ku, wezîrê navxwe, wezîrê pilandananê, peyvdarê hikûmetê, berpirsê têkeliyên derve û serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê amade bûn, Qubad Talebanî sipasiya piştgirî û hevkariyên gel û hikûmeta Fransayê, bi taybetî hevkarî û hevahengiya di ware leşkerî û mirovî de di cenga dijî DAÎŞê de pêşkerşî Herêma Kurdistanê kirine, kir.Florance Parly wezîra bergiriyê ya Fransayê rola giringa hêzên pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê û bi taybetî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de bilind nirxand û sipasiya hikûmet û gelê Kurdistanê kir ku, pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberan kiriye û xizêmetên pêwîst pêşkeşî wan kirine.Jaen Le Drian wezîrê derve yê Fransayê jî di axavtina xwe de serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê de bilind nirxand û tekîd li ser hevahengî û hevkariyên berdewam kir.Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji şandeya Fransayê re diyar kir ku wê hijmara gelek zêde ya koçber û penaberan bargiraniyeke mezin bo ser hikûmeta Herêma Kurdistanê çêkiriye û daxwaz ji Fransa û welatên cîhanê kir ku di vî warî de hevkariya hikûmeta Kurdistanê bikin.Wezîra bergiriyê ya Fransayê diyar kir ku di warê aborî, perwerde, însanî û avadankirinê Fransa digel hikûmeta Herêma Kurdistanê di wan waran de bi hevbeşî kar dkin.

Back to top button