CivakPolîtîk

Peyama Ozcelik ji bo festivalê

Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ya ji bo Festîwala Serxebûna Kurdistanê ya li Kolnê:Komîteya Rêzdar a Festîwala Referandûma Serxwebûnê,Xuşk û birayên delal,Berîya her tiştî, ji ber vê xebat û ked û dilsozîya we, ji can û dil we û hemû kedkar û beşdarên vê Festîwalê pîroz dikim, rêz û silavên xwe yên welatperwerane pêşkêş dikim.Kurdistanîyên hêja,Îro bi navê ‘’Iraq’’ê dewletek li holê nemaye.Li Rojhilata Navîn dê nexşe ji nû ve bê guhertin, bê çêkirin.Bexdayê, Qanûna Bingehîn a Federalîya Iraqê binpê kirîye, tune hesibandîye.Bexdayê ji bilî serxwebûnê tu rê ji gelê me yê başûrê Kurdistanê re nehiştî ye.Herweha serxwebûn û dewletbûn mafekî herî rewa yê gelê Kurdistanê ye.Ji ber wê jî em weke PAK, bêyî qeyd û şerd piştgirîya referandûmê û piştgirîya ‘’Erê’’ya serxwebûnê dikin.Serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji azadîya hemû perçeyên Kurdistanê re jî dê rêyê xweştir bike.Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji nuha ve yekgirtina hemû Kurdên cîhanê pêk anîye û ev Festîwala we jî nîşna vê yekê ye.Nabe ku tu kes, referandûmê bikin qurbana pirsgirêkên navxweyî. Nabe ku di vê pêvajoya dîrokî de tu kes, bi sîyaset û kiryar û hewlên xwe pirsgirêkan , nexweşî û serêşîyan ji xuşk û birayên me yên başûr re derbixin.Piştgirîya referandûmê û ya ‘’ERÊ’’ya serxwebûna erk û berpirsîyarîyeke netewî û  dîrokî ye.Bi hêvîya ku ev yekgirtina giranbûha û  qedirbilind bibe destpêka tifaq û yekgirtineke hîn berfirehtir û berdewam ya netewî û Kurdistanî.Bijî referandûma serxwebûnêBijî serxwebûna başûrê KurdistanêBijî Azadîya Kurdistanê26.08.2017Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê  

Back to top button