Navê wê Kurdistan Toprak e

Li Hîlvanê dê û bavekî navê Kurdistanê li keça xwe kirin. Daîra nifusê jî ev nav nivîsîn û nasnameyek ji bo keça nu xwedêdayî çêkirin. Navê wê bû Kurdistan Toprak. Lê piştî demekî ji daîra nifusê li bavê Kurdistan Toprak geriyan û gotin navê keça we xeletî hatiye nivîsandin. Lê babê keçikê guh neda wan û nexwest navê Kurdistanê bike tiştekî din.

Daîra nifusê di derbarê babê keçikê de doz vekirin û li Hilwanê dadgehê biryar da ku navê Kurdistanê nabe û gotin bila navê Kurdistan bibe Helîn.

Lê babê Kurdistan Toprak li dadgeha bilind îtiraz li biryara dadgeha Hîlwanê kir. Dadgeha bilind li Enqere li gora daxwaziya babê Kurdistan Toprak biryar da. Navê Kurdistan Toprak hate nivîsandin û nasnama wê dan dewbabê vê wê.

 

 

 

Nerîna min :