
Di 5emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya DEMê de, Tuncer Bakırhan û Tülay Hatimoğulları ji nû ve wek hevserok hatin hilbijartin.
Delegeyên qeydkirî di kongreya ku li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet pêk hat de dengên xwe dan.
Tuncer Bakırhan û Tülay Hatimoğulları, ku dîsa hatin namzedkirin, hemû 535 dengên derbasdar wergirtin û wek hevserok hatin hilbijartin.
Ji xwe ev kongre kongreyek rutînî bû. Li gora qanûna partiyên siyasî gerek ev kongre bihata kirin.
Pervin Buldan, Cîgira Serokê Parlementoyê, parlementera DEMê û yekemin endama komiteya Îmralî, bi awayek din herî kesa nêzikî Ocalan piştî ku di 5emîn Kongreya Asayî ya partiyê de dengê xwe da, daxuyaniyek da.
Pervin Buldan di daxuyaniya xwe de got, “Werin em pîrozbahiyê bikin. Wek partî, em dikevin serdemeke nû ya avakirinê. Bi gelê Tirkiyeyê re, em ê di vê serdema avakirinê de ji bo ku aştî mayînde bibe têkoşînek mezin bidin.”
‘TEVGERA KOMARA DEMOKRATÎK’
Buldan diyar kir ku di nav çend mehan de kongreyek din dê were lidarxistin û got, “Dibe ku di nav çend mehan de, em ê kongreyek din li dar bixin û bi rastî jî tevgerek nû wekî Tevgera Komara Demokratîk ava bikin. Peyama yekem a vê yekê îro hate dayîn, gava yekem hate avêtin.”


