Kultur

Navê marmaroka xal zer jî kirine marmaroka tirk

Li deverên gundewariyên navçeya Şirvana bajarê Sêrtê marmarokeke xal zer hate dîtin ku li kêm deverên cîhanê peyda dibe lê navê wê kirine semendera tirk.

Ew marmaroka xal zer a ku hatibû dîtin, ji aliyê Birêvebiriya Parkên Neteweyiyên Parastina Jîngeha Sêrtê ve piştî lêkolînên li ser hatin kirin dîsa wê vegerandin jîngeh û xwezayê.

Ev marmaroka xal zer bi navê Salamandra Infraimmaculata li cîhanê tê naskirin tirkiye navê wê kirine Türk semenderi an ku mamaroka tirk.

Back to top button