Polîtîk

Serokê şeredariya Hezo ji HDPê îstifa kir

.

Ayhan Eren serokê şeradariya Hezo(Kozluk) ji HDPê îstifa kir,lê piştî îstifayê ji aliyê HDPê ve tê tehdît kirin.

Serokê şeredariya Hezo ya navçeya Batmanê Ayhan Eren ji HDPê veqetiya. Eren di hilbijartinên 30ê Adara 2019ê ji HDPê wek şeredarê Hezo hatibû hilbijartin. Eren di daxûyaniya xwe ya ji HDPê îstifa kirî de dibêje ku,ne mimkine em bi HDPê re bikaribin xizmetê bikin. Eren dibêje ku, di dema hilbijartinan de jî min digot emê tenê xizmeta xelkê xwe bikin, niha piştî îstifa xwe,ezê behtir bikaribim xizmeta xelkê deverê bikim.

Eren berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje:  Gelê me dît ku, eve saleke ez bi hemû imkanên xwe xizmeta wan dikim.Min tu berjewendiyek kesayetî nedaye pêş. Lê ez tê giham ku, bi siyaseta partiya ku ez jê hatîm hilbijartin gelek zehmete ku xizmetê bikim. Ji bo vê yekê bi sedemên ramanî ez ji partiya xwe îstifa dikim.

Eren dibêje ku piştê min îstifa kir, gelek mesajên tehdîdê ji min re rêkirin, ev yek jî dide xûyakirin ku biryara îstifaya min ji partiyê raste.

Li gora hinek çavkaniyên di nava HDPê de jî, Eren ji berî îstifa bike rexne li siyaseta PKKê bi xwe jî kirine û gotiye ku; divê Em ji PKKê xwe dûr bigirin Ji ber ku bertek nîşanî hikûmeta Tirkiyê dide heta ku Qeyûman dane ser şaredarîyên me.

PKK 40 salin heya nuha xizmeta gelê kurd li Bakûrê Kurdistanê nekiriye, nahêle ku em jî xizmeta gelê xwe bikin.

Li ser îstifa Ayhan Eren HDPê jî daxûyaniyek tund li dijê Eren da û dibêje ku, Eren nekarî li himber faşîzme xwe bigre û teslîm bû. Eren nekariya şeredariya demokratik rêve bibe.  Eren bi vê helwesta xwe pişta xwe da malbata xwe û gelê xwe.

HDP berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Ji bo me kesayetek wek Ayhan Eren kir kandidat ji partiya xwe, em lêborinê ji gelê Hezro dixwazin.

Back to top button