Civak
Derya ya Mezopotamya li Heskîfa Bakûrê Kurdistanê
Li Heskîfa bajarê Batmanê ku berî demekê beşeke wê ji ber bendavê li bin avê de mabû, niha sê benderên avê lê têne avakirin û mîhvanên Heskîfê êdî wê bikaribin bi sê benderan xwe bigihînin bajar.
Ahmet Akdeniz Serokê Komeleya Çandî ya Heskîfê jî dide zanîn ku berê dema behsa projeya nû ya Heskîfê dikirin me wiha dizanî ku ew kenê xwe li me dikin. Lê niha em dibînin ku roj bi roj ew proje bi cîh dibin deşta Mezopotamya êdî bûye deryaya Mezopotamya.