Cîhan

Nava 4 salan de 5 hilbijartin: Netanyahu serdikeve

Li Îsraîlê di nava 4 salên dawî de cara 5emîn hilbijartinên giştî hatin kirin. Li gorî anketan, bloka rastgir a ku serokwezîrê berê Netanyahu pêşengiya wê dike, gihîştiye hejmara kursiyên ku dikarin di parlamentoyê de hikûmetê ava bikin.

Piştî hilweşandina parlementoya Îsraîlê, di hilbijartinên giştî yên ku di 4 salên dawî de cara pêncemîn hatin lidarxistin, proseya hejmartina dengan dest pê kir. Li gorî anketên derketinê, bloka rastgir a di serokatiya Partiya Lîkud de, ku ji Partiya Siyonîst a olî (RZP), Yehûdiya Tewrat a Yekbûyî (UTJ) û Şas pêk tê, tê payîn ku 120 kursiyan 62 kursiyan destve bîne.

Bloka bi serokatiya Serokwezîr Yair Lapid tê pêşbînîkirin ku 54 kursiyan bidest bixe.

Li ser esasê partiyê Likud 30, Yeş Atid 22, Partiya Siyonîst a olî 15, Yekîtiya Neteweyî 13, Şas 10, Yehûdî Tewrata Yekbûyî 7, Mala Me Îsraîl 5, Partiya Karker a Îsraîlê 5, Tê pêşbînîkirin ku Lîsteya Ereb a Yekbûyî 5 kursiya destve binin Herweha partiya Meretz 4 û Hadash-Ta’al jî 4 kursî ya destve bîne.

Encamên fermî yên hilbijartinan wê herî zêde di nava 8 rojan de werin eşkerekirin.

Back to top button