Polîtîk

Heta niha li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 253 xwepêşander hatine kuştin

Saziya Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Norwêcê ye, di derbarê xwepêşandanên rojhilatê Kurdistanê û Îranê de raporek ragihand.  Rapor 28.10 2022ê de hate belavkirin û tê ragihandin ku, heta niha di xwepêşandanan de 253 xwepêşander hatine kuştin.

Li gora vê raporê,  ji 31 eyaletên Îran û Rojhilatê derbarê 21 eyaletan de amar hene û hat diyarkirin ku kuştî herî zêde li eyaleta Sîstan-Belucistanê ne ku lê piranî sunî dijîn.

Li gor raporê li eyaleta Sîstan-Belucistanê 93, li Mazenderanê 30, li Tehranê 25, li Kurdistanê 23, Gilanê 19, Azerbeycana Rojava 18, Kirmanşanê 13, Elborzê 7, Xorasanê Rezewî 4, li Îsfehanê 3, Merkezî, Qezwîn, Kohgiluye-Bûyer Ehmed, Zencan û Azerbeycana Rojhilat, Erdebîl û Îlamê 2 kes, Buşehr, Xozistan, Hemedan û Sîmnanê jî her yek jê xwepêşanderek hatine kuştin.

Hat eşkerekirin  ku ji xwepêşandêrên ku jiyana xwe ji dest dane  34 ji wan zarok in ku ji 18 salî biçûktir in û 19 ji wan jin in.

Back to top button