Nivîsar

Kongreya PDKê ji bo Kurdistanê çarenûsiye

Kongre ya 14ê ya PDKê gelekî girînge û ev kongre ji bo Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê û ji bo pêşeroja Kurdistanê kongreyek çarenûsiye.

Dara Bilek

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kongreya xwe ya 14 mîn li dartêxe. Ev kongre û herweha biryarên di vê kongreyê de bê standin ne tenê PDKê hemî Kurdistanê eleqeder dike. Ji bo vê yekê girîngiya vê Kongreyê geleke û hem çavê Kurdistanê û hem jî yê cîhanê li vê kongrê ye.

Ji hemiyê jî girîngtir eve 12 sal di navbera kongreya 13ê û ya 14ê re derbas bûye. Demek gelek dirêje û di vê navberê de gelek bûyerên dîrokî rûdane û guhertinên mezin li herêmê û cîhanê çêbûne.

Dema mirov rewşa Kurdistanê gelemperî berbiçav digre, li her çar beşên Kurdistanê de partiya yekem û bi hêz bikaribe bibe bersiva daxwaziyên netewî û Kurdistanî PDK ye. Ev yek bi serê xwe berpirsiyariyek mezin dide li ser milê PDKê.

Tu kes wek partiyekî kemasiyên xwe nizane. Ji bo vê yekê ez di wê baweriyê de me PDK kêmasiyên ku hatin kirin baş dizane û baş jî berçavre derbas kirine.Dema mirov kêmasiyên xwe bibîne û li xwe mikur were, mirov bi hesanî dikare van kêmasiyan ji nav bibe. Ji navbirina kêmasiyan pêşeroja PDK ronî tir dike û PDK dibe bersiva daxwazinyên neteweya Kurd û hemû pêkhatên li Kurdistanê dijîn.

Gerek her demî li bîra PDKê bê ku ew partiya Barzaniyê nemir e. Barzaniyê nemir di xebata xwe de, bi zanebûn û tekoşîna xwe, PDK kir sêwanek berfireh ya Kurdistaniyan. Barzanî di kesayeta PDKê de di deravên tek de yekitiyek netewî û Kurdistanî afirand. Eger rewşa Kurdistanê baş bê nirxandin di qonaxa ku em têre derbas dibin, dive di vê kongreyê de PDK li ser vê rêbaza pîroz ji bo ji navbirina pirsgirêkên Kurdistanî van gava bavêje.

Xalek gelek girîng heye, dive behsê bê kirin. Lê Kurdistanê de gelek kesayet hene li dijê siyaseta PDKê tevdigerin. Hij PDKê nakin. Lê di bingehê baweriyên xwe de Kurdistanîne, dema PDK ber bi aloziyekî ve diçe metirsiyeka wan jî çêdibe û naxwazin PDK pê hêz bibe. Gelek cara li ser vê yekê gotubêj hatiye kirin. Ew kes hij PDKê nekin jî li weşartîbe jî heviya xwe serkeftina PDKê ve girê dane. Ji ber ku halê hazir de ji PDKê pêve aliyek ku tevahiya Kurdistanê de Kurdan ber bi dewletbûnê ve bibe tineye.Tenê PDK dikare vê yekê bike.

Baş berê xwe bidinê, aliyên şerê PDKê û taybetî yê Barzaniyan dikin, ewin ku şerê dewletbûna Kurda dikin, şerê destkeftiyên netewî û Kurdistanê dikin. Ji bo ku PDK berjewendiyên netewê diparêze şerê PDKê tê kirin. Mixabin hingî îdeolojiyên çewt û li Kurdistanê xerîb çavê wan aliyan kor kiriye ew naxwazin rastiya Kurdistanê û ya PDKê bi xwe jî bibînin.

Di baweriya min de ,divê PDK di vî kongreyî de 12 salên navbera herdu kongreyê de baş binirxîne. Gerek dinamîzmek siyasî ku di cihê biryarê de cih bigre bête pêkanin. Pirsên hemû beşên Kurdistanê PDKê eleqeder dike, ji bo vê yekê jî gerek pêwendiyên li gel beşên din yên Kurdistanê baş û bi hûrgulî bêne nirxandin û di vê derbarê de hinek biryarên radikal bêne wergirtin.

Pêwistiya herî mezin ewe ku, divê PDK li gora qonaxa ku tevgera azadixwaz a Kurd, herêm û cîhan têre derbas dibe siyaseta xwe nûjen bike û biryar û guhertinên di vê kongreyê de derkevin holê, bibe bersiva hemû pirsgirêkên heyî.

Îro taybetî li başûrê Kurdistanê destkeftiyek mezin heye. PDK demana parastina van destkeftiyan e. Herweha ji bo berfirehkirina destkeftiyên netewî divê tekoşinek bi hêztir bikeve di rojeva siyaseta Kurdistanî de.

Bê guman dema mirov cihê hêviyê be,mesuliyet jî li gora vê gelektir dibe.Ji bo vê jî ev kongre gelekî girînge û mirov dikare bi hesanî bêje ku, ev kongre ji bo Tevgera Azadixwaz a Kurdistanê û ji bo pêşeroja Kurdistanê kongreyek çarenûsiye.

Tişte ku herî dawiyê bû gotin ; serkeftin e.  

Back to top button