Civak

Nasrullah bi nivzîyek nefsî êrîşê Barzanî kiriye

Dezgeha rewşenbîrî û medyayî ya PDKê bersiva serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrulla da ku heqaret li Serok Mesûd Barzanî kiribû.

Bertek û nerazîbûn li dijî serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrulla didomin ku heqaret li Serok Barzanî kiribû.

Dezgeha rewşenbîrî û medyayî ya PDKê jî bi daxuyaniyeka nivîskî bersiva wî da û ragihand, wisa xuya dike Hesen Nesrulla bi nefseka lerzok êrişî rêberê Kurdistanê Serok Barzanî kiriye. Serok Barzanî bo aşitiya cîhanê û xoşguzeraniya tevahiya gelên Rojhilata Navîn, bi alîkariya gelê Kurdistanê û pêşmergeyên qehreman, efsaneya DAIŞê şikand.

Di daxuyaniya wê dezgeha PDKê de her wiha hatiye gotin ku lazim bû Hesen Nesrulla li şûna wî zimanê lerzok, spasiya miletê kurd kiriba ku mezintirîn miletê mezlûm e li Rojhilata Navîn ku bo azadî û aşitî û mirovahiyê xebat kiriye.

Dezgeha rewşenbîrî û medyayî ya PDKê bi tundî gotinên Hesen Nesrulla şermezar kiriye û gotiye, tu ne di wê astê de yî ku bikaribî bo veşartina şikestên xwe xetekî li ser wê pêşerojê de bikşînî ku Serok Barzanî di qonaxa çiya û bajêr de wek rêberê miletekî, asoyek geş bo miletekî mezlûm mîna gelê Kurdistanê li Rojhilata Navîn afirandiye.

Back to top button