Cîhan

Nameyek vekirî ji bo rayadarên komelgeha navnetewî,

Nameyek vekirî ji bo rayadarên komelgeha navnetewî, António
Guterres, Joe Biden, Ursula von der Leyen û Emmanuel Macron


Dewleta Tirk bi dehezaran leşker, bi çek û amûrên leşkerî ve beşek ji rojavayê
Kurdistanê dagîr kirîye û niha jî hewl dide ku bi kûrahiya 30 km hemû rojavayê
Kurdistanê dagîr bike. Êrîşên dewleta Tirk nêzikî 40 km ketine nav xaka Başûrê
Kurdistanê û rojane gundewarên heremê bombaran dike. Berpirsiyarên dewleta Tirk,
bi taybet jî Erdogan aşkera dibêje, ku armanca wan ya sereke pêşî lê girtina reveberîya
herêmên kurdî ye û ji nav birina destkevtîyên kurdan e.

Êrîşên dewleta Tirk yên leşkerî li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê her roj dibe sedema
kuştin û brîndarkirina sivîlên bê guneh. Dewleta tirk bi hemû hêz û tiwanaya xwe ve
hewl dide demografiya rojavayê Kurdistanê biguhure. Kurd ji mal û gundên xwe têne
qewirandin, ereb û tirkimenên ser bi Tirkiyê ve li wan deveran têne cih kirin. Êrîşên
dewleta Tirk dê bibe sedema dijayetî û pevçûnan di navbera gelên herêmê dikare bibe
tehdîtek ji bo aşitî û aramiya civakî ya welatên Ewropa û cîhanê.

Gelê kurd şereke dijwar dijî teroristên IS, El Nusra, Ahrar al-Sham û gelek hêzên din
yên tarî dikin. Dewleta tirk van hêzên radikal û tarî ji xwe ra tehdid nizane berevajî li
ber çavê hemû cîhanê alîkarî û piştivanîya wan teroristan dike, lê gelê kurd ku wek
gelek sekuler û aştîxwazin ji xwe ra wek tehdit dizane.

Her çend krîza aborî li tirkiye di astek gelek bilind de ye, lê rayedarên dewleta tirk dest
ji xiyalên xwe yên imparatoriyê bernedane û armanca wan dagîrkirina beşên din yên
Kurdistanê ye. Bi gor seranserê Surîyê aramî û îstiqrar li rojavayê Kurdsitanê ji gelek
deverên Sûrîyê yên din baştir e. Bi van bombaranan û dest têwerdanan ve dewleta Tirk,
ne tenê aramî û îstiqrara herêmê ji holê radike, belku pirsgirêkên Rojhilata Navîn girantir
dike.

Cihê şahnaziyê ye ku dewleta Fransa leşkerên xwe li wan herêmên agirbest lê hatî
diyarkirin cih kiriye ku pêşiya dagîrkeriya dewleta Tirk li wan herêman bigire. Em
sipasiya dewleta Fransa ji bo van hewlên wan dikin, lê hewlên pêşî lêgirtina dagîrkeriya
dewleta tirk ne tenê erkê dewleta Fransa belkî erkê hemû dewletên bi bandor li cîhanê
ye. Em bang li sekreterê giştî ê NY António Guterres, serokê DYA Joe Biden û seroka
YE Ursula von der Leyen û serokê Fransa Emmanuel Macron dikin ji bo çareserkirina
rewşa acîl a heyî Konseya Ewlekarî ya NY bicivînin, ji bo parastina ewlakariya herdu
aliyan, di navbera sînora Tirkiye û Sûrî biryara bicîhkirina hêzên leşkerî yên NYê bidin.
Di van êrişan de xelkê sivîl tê kuştin, brîndarkirin û derbederkirin.

Em wek Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd ji hemû hêzên aştîxwaz û demokratîk,
daxwaz dikin, ku zext li ser dewleta Tirkiye bête kirin, da ku dev ji van êrîşên xwe yên
nemirovane berdin. Dev ji xiyalên xwe yên dagirkirina rojavayê Kurdistanê berdin.
Silav û rêz
Serokê DIAKURDê
Adnan Axacan
28/6/2022

Back to top button