Nivîsar

Nadia Murad insane, mirove

Lokman Polat

Ev cara yekem e ku kurdek xelata Nobelê digire. Ev xelat ji bo kurdan şanazî, kêyfxweşî û serbilindî ye. Navê xelata Nobelê xelata aşîtiyê ye û ev jî, ji raya cîhanê re dide nîşandan ku kurd aştîxwaz in û pêwîstiya wan bi şêweyeke aşîtîdaxwazî, doza heqê xwe kirine.

Xelata ku dane Nadîa Murad keyfa gelek kurd anî, ew dilşad bûn, lêbelê hinek kurdên bêsebir ji bilî ku agahdariya rastîn wer bigrin, ji nezaniya xwe êrişê xelatgir Nadîa Murad kirin, çima ku Nadîa Murad bi kurdî ne axifîye. Kesên ku êriş kirin, li ser nave rexneyê rexnekujî kirin. Hinek bi zanebûn, hinek jî bê zanebûn êrîşî Nadia Murad kirin.

Di serî de dive bê zanîn ku; Xanim Nadîa Murad însan e, mirov e. Wê tenê ji bo ku kurd e xelata Nobelê negirtiye. Zilm û wahşeta ku anîne sere wê bianiyana sere kê jî û Nadîa Murad ji kîjan neteweyî bana jî xelatê heq kiribû.

Di înternetê de û bi taybetî jî di malperên elektronîk ên kurdan de, pêşîn Maruf Yilmaz di malpera “Rojeva Kurd” de nivîseke objektîv nivîsî û têde di derbara “Nobelkomîteya Norwecê” ya keça Êzidî Nadia Murad xelat kiribû de, nivîsî, lê ew nivîsa objektîv bû hedefa êrîşên mezin. Sedem jî, dexesî hesûdî û çavnebarî ye… Paşê di “Riya Teze” de nivîsek hat weşandin û têde piştevaniya Nadia Murad hat kirin û da zanîn ku çima Nadîa Murad bi kurdî ne axifiyaye.

Televizyona “Rudaw” jî axaftina wê a di “Parlementoya Ewropa”yê de ku bi kurdî axifîbû, weşand. Mîna ku Xalê Mehdî Zana di sohbetên xwe de tim dibêje : “Dema tiştek bibe divê mirov li encamê binêre. Di encamê de ew tiştê ku hatiye kirin ji bo neteweya Kurd baş e, ne baş e, feyde daye doza kurd yan ne daye? Divê mirov li wê binêre.”

Encama xelata Nadîa Murad û her weha axaftinên wê ji raya cîhanê re da nîşandan ku kurdên ku ola wan Êzîdî ye, kurdên ku xwedî ola xwe a dîrokî ne, ola wan a qedîm çawan rastê êrişên xwînxwaran, hovan, barbaran tê û olperestên hov çi zilm li wan dikin.
¨
Di dîroka kurd û Kurdistanê de ji dema împaratoriya Abasîyan heta împaratorîya Osmanîyan û heta niha gelek caran li dijê Êzîdîyên kurd zilm û zordarî hatîye kirin, qetlîam hatine pêk anîn, bi hezaran kurdên Êzîdî hatine qetil kirin, hatine kuştin. Herî dawî rêxistina xwînxwarên olperest “Îşîd/Daîş”ê zilmeke nedîtî, zordarîyeke wehşîyane bi şêweyeke hovîtî li hemberê kurdên Êzîdî bi kar anî. Di nav rêxistina hov de netenê kûnbigûyên arab ên çeqel hene, digel wan xwînxwarên Çeçen, qatîlên mêrkûj ên Ozbek û tirkmen, mêrkujên mafia Boşnakan, yamyamên Afrîkayê ên olperest û çi heyf ku kurdên xaîn û cehş jî hene. Ji bakurê Kurdistanê ji herêma Bîngolê/Çewlikê û Adîyamanê/Semsurê bi sedan kurdên paşverû, nezan, hov çûne beşdarê Îşîdê/Daîşê bûne û kurd dikujin, ewropîyên nûjen û demokrat dikujin, sere wan jêdikin, tecawizê keç û jinan dikin, wan dikin kole û difroşin.

Binêrin, hinek Êzîdî bibêjin em kurd nînin jî, demokrat û zanayên cîhanê û herweha raya giştî a cîhanê/dinyayê zanin ku Êzîdî kurd in. Navê ola wan Êzîdî ye û ev ola kurdan a qedîme. Êzîdî kurdên xas in, qedîm in, kurdên ku bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi hemû cure tradîsyonên xwe ango bi hertiştên xwe kurd in.

Divê mirov berê ol û netewetiyê însan be, mirov be. Bi halê ruhîyeta însanî û bi şêweyeke objektîv û bi nêrîneke demokrat li bûyeran binêre. Zilm û wahşeta ku hate sere Êzîdîyan û xirabîyên ku bi Nadîa Murad hatin kirin, divê neyê jibîrkirin û her însan divê piştgirîya wê û tevahîya Êzîdîyan bike.

Back to top button