CivakPolîtîk

Nabe bêrêziya PKKê werê qebûl kirin

Kurdên Rojava daxwaz dikin Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû gelê Kurdistanê êdî bêrêziya Hevserokê PJAKê Hacî Ehmedî û hemnêrîna wî di nava PKKê de qebul nekin. Herwiha tekez dikin ku hemû dûvikên PKKê ji destpêka hebûna xwe ala Kurdistanê qebûl nakin, ji ber ku ketine çeperên dijminên kurdan de û pilanan ji gelê kurd de datînin. Ew dibêjin, gotinên, Hacî Ehmezî heman gotinên rêjîmên kurdkuj in. Di çend rojên borî de, Serokê PJAKê Hacî Ehmedî di daxuyaniyekê de bi medyayên PKKê de bêrêzî li hember ala Kurdistanê û dîroka tevgera rizgarîxwaza kurdî û ala Kurdistanê kir. Ew derxistina astengiyan bo gelê Kurdistanê û wergirtina gumrikê û bazirganiya madeyên hişber ku Hacî Ehmedî û hevalên wî li ser sînoran dikin, ew bi şoreş dizanin. Hacî Ehmedî têkeliyên xwe ligel dezgeha îstixbaratê ya Sûriyê û girtina xelkên têkoşer ên kurd bi şoreş dibîne, lê xebata 50 salî ya kurdên Rojava wek riya şeş dibîne. Hemû xelkê Kurdistanê baş dizanin ku jibilî kuştin û birîn û revandin û xwesepandin û xizmeta dagîrkeran, Hacî Ehmedî û hevbîrên wî ti destkeftên din bo gelê Kurdistanê bidestve neanîne. Hacî Ehmedî ala pîroz a şehîd û Pêşmerge wek ala Kurdistanê nabîne, ku ala herçar perçên kurdistanê û sembola yekdengiya gelê me ye. Kurdekî Rojava bi nave Seîd Umer li kampa Quştepe jimalpera KDP.info re ragihand: “Ev gotinên Hacî Ehmedî bo gelê kurd ne tiştekî nû ne, beriya çend rojan me dît çawa şaxa Rojava ya PKKê (PYD) êrişî ala Kurdistanê kir û heta ku ji destê wê hat sivkatî bi ala Kurdistanê kir. Xelk li ser bilindkirina ala Kurdistanê girtin û sivkatî bi ala me kirin. Netewa Kurd şanaziyê bi wê alê dike û ji wê rojê de, roj derbas nebûye ku di ber wê alê de Pêşmerge şehîd neketibin. Şaxên PKKê ji destpêka hebûna xwe de ala Kurdistanê red dikin û ligel dijminan hevçeper in û ligel dijminan pilanan li dijî pîroziyên gelê kurd daînin û bi taybetî ala Kurdistanê.” Herwiha kurdê Rojava li Kampa Kewrgoskê Haşim Ebdullah ji malpera KDP.info re ragihand: “Ala Kurdistanê ala hemû kurdan e. Pêşmergeyên Kurdistanê û malbata Barzanî bi dehan sal e ku xwîna xwe dikin qurbanî vê alê, ne wek PKKê û dûvikên wê. Bila Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû gelê Kurdistanê êdî bêrêziya Hevserokê PJAKê Hacî Ehmedî û hemnêrîna wî di nava PKKê de qebul nekin. Ev PJKAê ya Hacî Ehmedî heta niha nikariye gundekî Rojhilatê Kurdistanê rizgar bike, ne tenê tiştek ji gelê kurd re nekirine, lê belê tenê astengî ji kurdan re derxistine û bûne zêrevanên ser sînorên Îranê. Xwe dikin kurd û tên sivkatiyê bi ala Kurdistanê dikin.” Ji aliyê xwe ve, Çalakvana Rojavayê Kurdistanê Narîn Derwêş ku li kampa Quştepe dimîne, derbarê gotinên Hacî Ehmedî de ragihand: “Ev gotinên Hacê Ehmedî Serokê PJAKê gotinên rêjîmên kurdkuj in, ku di wê baweriyê de bûn ew dikarin pîroziyên gelê kurd birîndar bikin. Gotinên wî heman gotinên serkirdeyên din ên PKKê ne, ku ti demekê rêz ji ala Kurdistanê re  negirtine û berdewam pilanan datînin li dijî daxwazên gelê kurd.” Narîn Derwêş wiha got: “Ev dûvikên PKKê bi dehan alên wan hene, ew bi xwe jî nema zanin kîja alê bilind bikin, di dema ku ev ala Kurdistanê li hemû cîhanê tê naskirin û di merasimên fermî de tê bilindkirin, lewma PKKê dijatiya wê dike ji ber ku ew naxwazin kurd bibin dewlet û pilana dijminan bicih dikin.”

Back to top button