Polîtîk

Nabe Ala Kurdistanê li Kerkûkê bê xwarê

Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî biryara Parlamentoya Iraqê red kir û got, nabe Ala Kurdistanê li Kerkûkê bê xwarê.Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî îro derbarê biryara Parlamentoya Iraqê ya derbarê bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê de daxuyanî da û helwesta Encumena Parêzgeha Kerkûkê diyar kir.Rêbwar Talebanî rexne li Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm el Cibûrî girt û sipasiya komên partiyên Kurdistanê kir.Talebanî ragihand got: “Em vê biryara Parlamentoya Iraqê bicih nakin. Lewra her biryara meclisê ne mecbûrî bicihkirinê ye. Mehkemeya Federalî bi xwe ev hukim daye. Loma jî ev biryar li Kerkûkê nayê bicihkirin.”Di behsa destûrîbûn û hiqûqîbûna bilindkirina Alaya Kurdistanê de jî Talebanî got:”Em xwe dispêrin madeyên 140 û 115emîn ên destûrê. Madeya 115emîn dibêje hikûmeta navendî nikare ji bo parêzgariyan biryaran derxîne, encumenên heremî selahiyeta wan heye ku biryara xwe bistînin. Li gor madeya 14emîn jî Kerkûk cihekî binîqaş e di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de. Loma selahiyeta herdu aliyan heye ku alaya xwe daleqînin.”Talebanî got parlamenterên ku biryara daxistina Alaya Kurdistanê dane bi xwe di bin wê alayê de stirîne û wiha dewam kir:”Careke din nemimkin e ku Alaya Kurdistanê li Kerkûkê were daxistin. Ereb, tirkmen, sunnî û xelkên din 2 milyon kes li bin vê alayê tên parastin. Ev peyamek e bo hemû dilsozan. Em ji bo ereb, tirkmen, kildanî, asûrî û suryaniyan jî cihê şanaziyê ne.”Parlamentoya Iraqê biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê hildana Ala Kurdistanê li ser tevahî sazî û dezgehên hikûmî de qebûl nekiribû.Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe de biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ya derbarê hildana Ala Kurdistanê li ser tevahî sazî û dezgehên hikûmî de nirxandibû. Parlamentoyê bi piraniya dengan ev biryar red kiribû.Rudaw  
Back to top button