Polîtîk

Na Bo Şer

PSKê di derbarê şerê di navbera hêzên rejima Suriye û Tirkiye de daxûyaniyek ragihand û  dibêje bila şer nebe.

Daxûyani:

Bûyer û erîşên duhî, yên ku li İdlibê di navbera hêzên Tirkiye û Suriye rûdaye, bûye sedema mezintir bûna metîrsiyê şer di nava herdu dewletan da.

Sedema bingehîn a mezintir bûna xeterê şer, siyaseta hikumeta AKP ye.

Li Tirkiyê, hêzên aşitixwaz û demokrat, gelek caran hîşyari didan hikumatê û daxwaz dikirin, ku  karên usa neke, ku aloziya navçeyê kurtir be.

Lê belê hikumeta AKP guh neda wan û berdewam siyaseta dagirkeriyê bi rêva bir.

Hikumeta AKP li navçeyê, bi taybetî li Suriyê piştgiriya hêzên İslamî yên tundrew kir, deskevtên demokratîk yên kurdan wekî xeter nişan da û dijminayî li deskevtan kir.

Îro ji berê eşkeretir bû, ku siyaseta hanê dewleta Tirk gihandiye binbestekê.

Heta dereng nebe, divê hikumeta AKP dev jê siyaseta dagirkeriyê berde û leşkerî Tirk ji Kurdistana Rojavayê derkeve.

Hikumeta AKP dev jê halwestên xwe yên ku rewşa navçeyê aloztir dikin, berde û bona cigîr kirina arami û asayişê gavan bavêje.

Hikumet nabe deskevtên Kurd yên binxetê wekî xeter nişan bide. Şuna vê divê ligel Kurdan pêyvendiyên baş deyne.

Şer ne çareserî ye, şer vîrankarî û kavil bûn e!

Na bo şer!

03 Şibat 2020

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 

Back to top button