Polîtîk

N.Barzanî pêşwaziya Soom Boock kir

Hewlêr – Li Hewlêrê Serokwezîrê Berê yê Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya konsulusê Koriya Başûr yê li Îraqê Soom Boock park kir.
Di destpêka hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyên xwe yên bi minasebeta dest bi kar bûna Soom Boock weke Konsulusê nû yê Koriya Başûr yê li Îraqê kir û hêviya serkeftinê ji nav hatî re xwest.

Di berdewamiya hevdîtina han de, rewşa siyasî ya Îraqê û pêşkeftinên heyî yên di warê siyasî de hatên nîqaşkirin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Nêçîrvan Barzanî spasiya Hikûmet û Artêşa Koriya Başûr bi taybetî ajansa Koyika ji ber xizmet kirin û piştgîrî kirina Gelê Kurd kir.
Her weha îro Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Swêdê yê li Îraqê kir û her dû alî peyvendiyên heyî yên di navbera Swêd û Kurdistanê de, û rewşa siyasî ya Îraqê û çuwetiya damezrandina Hikûmeta nû ya Îraqê û çuwetiya bihêz kirina peyvendiyên heyî yên di navbera her dû welatan de nîqaş kirin.

 

 

(KTV)

Back to top button