Polîtîk

Muslim doza lêborînê dike

Hevserokê PYDê  Salih Muslim ku gotibû “Emê Başûrê Kurdistanê terbiyet bikin”, lêborîna xwe ji gelê Başûrê Kurdistanê xwest.
Rojnama War li Berlînê hevpeyvînek li gel Salih Muslim kir. Muslim di hevpeyvîna xwe de got:Ez lêborîna xwe ji xelkê Başûr dixwazim, eger min dilê wan hişitibe yan jî êşandibe.

Mislim careke din rexne li helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê girt û got “Hikûmeta herêma Kurdistanê siyaseteke şaş li hember me rêve dibe û ev yek jî bi sedema partiyên Rojava yên li Hewlêrê ye”.

Ev ne cara yekeme Muslim di derbarê Kurdistana Başûrde tiştên xirab dibêje û piştre jî doza lêborînê dike. Tê zanîn ku siyasetek taybet ya PKKê û PYDê li himber Kurdistana Başûr û li himber PDKê eye. Heta ev rastî neyê fam kirin û li gora wê jî siyaset neyê kirin dê ev leyiztikên vî awayî berdewam be.

Back to top button