Berî biçe Tirkiyeyê beşdarî di 90 saliya Tirkiyeyê de kir
Li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, beşdarî di 90 saliya damezrandina komara Tirkiyeyê de kir.
Konsulxaneya Tirkiyeyê a li Hewlêrê, îro li hotêl Rotana li bajarê Hewlêrê bi şahiyekê 90 saliya damezrandina komara Tirkiyeyê pîroz kir.
Di merasima pîrozkirinê de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hijmareke berprisên hikûmeta Kurdistanê amade bûn, Mihemed Akif konsulê Tirkiyeyê yê herêma Kurdistanê, peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe xwe behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Enqereyê kir û got ku, ew têkelî roj bo rojê ber bi pêş ve diçin.
Akif di axaftina xwe de got ku, Tirkiye bi çavekî gelek giring li herêma Kurdistanê temaşe dike û wê weke deriyê çûna nav bazarê Îraqê û Rojhilata Navîn dibîne û Tirkiye jî deriyrkî giringê Kurdistanê bo cîhana derve ye.
Konsulê giştiyê konsulxaneya Tirkiyeyê got ku, zêdetir ji 1300 şirket û kmpaniyên tirkî di warên cihê de li herêma Kurdistanê kar dikin û deriyê konsulxaneya Tirkiyeyê jî li pêşiya hevwelatiyên Kurdistanl hertim vekiriye.
Weke tê zanîn komara Tirkiyeyê sala 1923ê li ser destê Mistefa kemal hat damezrandin.


