Mucîzeyên hinaran
Li gor lêkolînên zanîngeha Edînburgha Îskoçyayê her roj vexwarina ava hinaran ji bo helandina runên alîyê pişta mirovan dermanekî herî baş e.
Feydeyên hinaran yên din wiha ne :
– Ji bo xetimandina rehên mirovan baş e. Li ser ceribandina sewalan hate tespîtkirin ku piştî vexwarina ava hinaran xetimandina plaq û rehên ji % 44 paş ve dixîne. Lêkolinên li ser mirovan jî hat nîşandan ku di 15 rojan de her roj vexwarina 50 ml ava hinaran ji bo daxisitina tensîyonê, ji % 36 kêm dike.
-Mirovan ji şerpençeyê diparêze.
-Di hinarê de li dijî şerpençeyê antîtoksîd hene . Mîqdarê antîoksîdanê ku di ava hinarê de heye li gor ji şaraba sor , çaya kesk û ava portqalê 3 car zêdetire.
-Weka merhem tê bikaranîn .
-Ne tenê fêkiya hinar kulîlk dendik, av û qaçilkên hinaran dema ku bi hev re bên kutandin di tibbê de weka merhem tê bikaranîn.
-Hêzeke mezin dide laş û dilên mirovan . Emelê dide sekinandin û jî bu zekemê baş e.
-Hinarên şêrîn hêzekî mezîn dide zikê mirovan
-Ji bo kuxika mirovan baş e. Hinara şêrîn ji bo qirik û cêgeran re feydekî mezin dide
-Ji bo goştê diranan jî bifeydeye.
-Heger ava hinaran digel zarên xwe ku derkeve û digel hingiv re heta bibe merhem bihête pijandin ji bo goştê diranan dibe derman.
-Kulîlka hinaran jî birînan baş dike