Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî cîgirê wezîrê derve yê Îranê kir

Li Selahedînê Serokwezîrê berê yê Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê kir.

Di hevdîtineke de peyvendiyên di navbera Îran û Kurdistanê de hatin gengeşe kirin. Her du alî tekez li ser hîn zêdetir bihêz û berfiretir kirina peyvendiyên heyîn  kirin.
Di beşeke din ya hevdîtina han de meseleya kêşeyên heyî yên li berdem bihêz kirina peyvendiyên abûrî û bazirganî bi taybetî kêşeyên rê û hatûçûnê û çawetiya çareser kirina wan kêşan jî hate ravekirin.

Di dawiya hevdîtina han de heyeta mêwan diyar kir ku, asta peyvendiyên bazirganî yên di navbera Îran û Kurdistanê de di sala derbasbûyî de 4 milyar dolar bûye lewre evê dixwazin ku, îsal ev asta han hîn bilindtir bikin.

(KTV)

Back to top button