Cîhan

Mossad: tirkiye ji Îranê gelek metirsîdartire

Roger Boyes Nivîskarê Rojnameya Times di babetekê xwe da eşkere kiriye ku dezgeha hewalgiriya Îsraîlê(Mossad) çendîn vekolînên nû li ser kiryarên tirkiye li deverê belavkirîne û li gor dezgeha hewalgiriya Îsraîlê(Mossad) niha tirkiye ji Îranê metirsîdartire û divê tixûbek ji bo tirkiye bê danîn.

Heman nivîskarî eşkere kiriye ku tirkiye grupên terorîstî bi armancên xwe li Sûriyê û Lîbyayê bikartîne û eger rêgiriyê li tirkiye neyê kirin wê Erdogan wan grupên terorîstî bike bela serê hemû welatên Rojhilata Navîn û deverên din, ji ber wê yekê jî Îsraîlê çendîn pêşniyaran daye Amerîka û hevpeymanên xwe da ku rêgiriyê li tirkiye bikin.

Back to top button