Civak

Mizgefta Dêrikê rûxandin, dibêjin zêr hatiye dîtin

Mizgefta bajaroka Dêrikê rûxandin û 20 cer hatin dîtin û gote gotên ku di nava wan ceran de zêr hebû belav bûye.

Mizgefta Mezina bajaroka Dêrikê ya 67 salî rûxandin, minareya 40 metrî ya mizgeftê jî bi alîkariya werîsan hate rûxandin. Piştî rûxandinê 20 cer hatin dîtin, li gor rayedaran ew cer ji bo dengvedana di nava mizgeftê de hatine bikaranîn û ji bo lêkolînan Birêvebiriya Geştuguzarî û Çandiyê dest daniye ser wan cerikan.

Lê di nava xelkê de wiha belavbûye ku di nava wan cerikan de zêr û xezîne hatine dîtin û dewlet dest daniye ser wan zêran.

Back to top button