Polîtîk

Mistefa: Wezîrên derve yê sê welatên ewropî îro li Hewlêrê ne

Felah Mistefa berprisê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji malpera fermî a hikûmeta herêma Kurdistanê re eşkere kir ku, di çarçoveya serdana xwe ya bo Îraqê, îro, wezîrên derve yên sê welatên Ewropî; Swêd, Poloniya û Bulgaristanê serdana herêma Kurdistanî bikin.

Berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê got:

– Karl Bildt wezîrê derve yê Swêdê, Radosław Sikorski wezîrê derve yê Polonoyayê û Nikolay Meladenov wezîrê derve yê Bulgaristanê, îro, serdana herêma Kurdistanê bikin û dê digel birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û birêz Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bicivin.

Li gor daxuyaniyên ji mediyayê re hatîn dan, her sê wezîrê derve; Swêd, Poloniya û Bulgaristanê heyeteke mişrerik a wealêtên Yekêtiya Ewropayê ye û serdana Libnan, Îraq û herêma Kurdistsnê dikin. Di serdanên xwe de digel serokên wan welatan dicivin û mijara serke a gotûbêjan jî pêşkeftinên siyasî li herêmê û bi tyabetî rewşa Sûriyeyê ye. 

Felah Mistefa got jî ku her îro dê hikûmeta Poloniyayê nûneratiya xwe bi fermî li bajarê Hewlêrê veke.

Back to top button