Budce hat qebûl kirin lê opozisyon di mangirtinê deye

Piştî civîna parlamentoya Kurdistanê ku, tê de duceya sala 2012ê hat pesind kirin, Erselan Bayîz serokê parlamentoyê di preskonferensekê de hûrgiliyên pesindkirina budceyê zelal kirin.
Di preskonferensê de serokê parlamentoyê got ku, hemû civînên parlamentoyê yên li ser minaqeşekirina budceya herêma Kuerdistanê bi awayekî zîndê di telefizyona parlamnetoyê de hatine weşandin û her tişt li ber destê mediyayê ye û di vî warî de tu kêmasiya parlamnetoyê nebûye.
Bayîz got: ”Me gelek hez dikir parlamenterên opozisyonê jî di civîna îro a pesindkirina budceyê de amadebûna weke çawan di civînên 12-13 rojên borî de amadebûn û pêşniyar û dîtinên xwe berçav bikrana.”
Serokê parlamentoya Kurdistanê got ku, zêdetir ji %75 made û bendên qanûna budceya sala 2012ê bi awayekî tawafiqî di navbera hemû firaksiyonên parlamnetoyê û bi piraniya dengan û amadebûna opozisyonê hatine pesind kirin.
Li dor sedemêm direngketiya budceyê jî, serokê parlamentoyê got: ”Hokarên gîrubûna budeceyê ji ber du sedeman bû. Yekem: Budceya Îraqê direng hat pesindkirin, di adara îsal de hat pesindkirin. Duyem: Guhertina kabîneya hikûmeta herêma Kurdistanê.
Erselan Bayîz got ku, budceya herêma Kurdistanê qûtê xelkêî Kurdistanê ye û ji ber vê yekê parlamentoya Kurdistanê civînên xwe yên li ser budceya çirkiribûn.
Serokê Parlamentoyê Kurdistanê got jî ku, beşek ji budceya herêma Kurdistanê bo deverên veqetandî hatiye dabîn kirin û ”salên berê jî ev yek hatiye kirin û salane pênc sed ta şeş sed milyon dolar bo kareba Kerkûkê tên serif kirin.”